Hisîça (Rûdaw) - Denîz Undav, stêrkê Kurd ê tîma neteweyî ya Almanyayê û tîma Stuttgartê, îro di cîhana futbolê de navekî geş e.
Rûdaw li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê çû serdana xizmên wî û çû gundê Berzanê yê cihê ku mala kalikê wî lê ye.
Mehasin Selmo Şêxoya xaltiya lîstikvanê futbolê yê navdar Denîz Undav di emrê xwe de li ber futbolê rûneniştiye lê niha ji ber xwarziyê xwe ji ber televîzyonê ranabe.
Xaltiya Denîz Undav, Mehasin Selmo Şêxoyê got:
“Kurê xwişka min e. Çi kurê min çi yê xwişka min, wekî hev in.
Kêfa min gelekî hat, Xwedê wî bi ser bixe. Kêfa Kurdan û kêfa me jî tê.”
Mala xaltiya Denîz Undav li bajarê Hisîçayê yê Rojavayê Kurdistanê ye.
Ew bi koka xwe ji gundê Berzanê ne ku 11 kîlometreyan li bakurê wî bajarî dikeve.
Ew dibêjin Denîz ji zarokatiya xwe ve ji futbolê hez dikir.
Xelîl Eyoyê hevjînê xaltîka Denîz Undav li ser wî wiha got:
“Denîz Kurdê Kurd e û Êzidî ye. Ji Wêranşarê ye, ji gundê Zewrayê ye.
Ji eşîra Şerqiyan e, ji eşîra Dewrêşê Evdî bi xwe ye.
Navê bavê wî Adil e û ew lawê Eyo ye. Eyo lawê Delef e. Nasnavê Undav hikûmeta Tirkiyeyê li wan kiriye.”
Mala kalikê wî bûye kavil
Mala bavê dayîka Denîz Undav bûye kavil ji ber ku ev 30 sal in dayîka Denîz û xwişk û birayên xwe ji vir bar kiriye û koçî Almanyayê kiriye, lewma Denîz hîn mala kalikê xwe nedîtiye.
Hesen Mihemed Hemêyê gundiyê dayîka Denîz Undav anî ziman:
“Ev mala Selmo Şêxo ye, kalikê Denîz Undav hemû li vir bûn lê pişt re zarokên wan derketin Almanyayê.
Me mala Selmoyê rehmetî ji berî sala 1974an ve nas dikir. Ji vir in, eslê wan jî Berzanê ne.”
Ji ber navê gundê wan, ew rastî astengiyên hikûmeta Sûriyeyê hatine.
Her çend hewl dane nav biguherînin jî gundiyan qebûl nekiriye ku kalikê Denîz yek ji wan kesan bûye.


