Li Pîranşarê mayîn teqiya: Welatiyek bi giranî birîndar bû

26-07-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Pîranşar Mayîn Rojhilatê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Pîranşarê yê parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê, di encama teqîna mayînekê de welatiyek bi giranî birîndar bû.

Qaymeqamê Pîranşarê Xidir Kak Derwêşî ragihand ku li gundê Quruchaweyê yê bajarê Pîranşarê di encama teqîna mayînekê de kesek birîndar bûye.

Xidir Kak Derwêşî got, "Welatiyekî 30 salî dema ajelên xwe li çiyayên wî gundî diçêrandin, ji ber teqîna mayîneke serdema şerê Îran û Iraqê, bi giranî birîndar bûye û paşê tîmên tenduristiyê bi ambulansê ew rakirine Nexweşxaneya Îmam Xumeynî ya bajêr."

Xidir Kak Derwêşî diyar kir ku di teqînê de welatiyê navborî ji dest, ling û çavên xwe birîndar bûye û got, “Ji ber ku birînên wî gelekî giran bûn, destekî wî hat jêkirin.”

Li gorî gotina çend şahidan, wî kesî li cihê çêrandina ajelan mayînek dîtiye û piştî ku destkarî kiriye, mayîn di nav destê wî de teqiyaye.

Qaymeqamê Pîranşarê daxwaz ji welatiyan kir ku xwe ji çek û teqemeniyên ji heyama şerê 8 salan ê di navbera Îran û Iraqê de li erdê mane, dûr bigirin.

Xidir Kak Derwêşî herwiha got, nabe ti kes bêyî hevahengî û rênîşanderên xwecihî li ser sînor û deverên ku mayîn lê hene çûn û hatinê bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst