Li Nexedeyê agir bi bazarê ket: Dukan bi temamî şewitîn, gelek birîndar hene

26-06-2023
RÛDAW
Li Nexedeyê agir bi bazarê ket: Dukan bi temamî şewitîn, gelek birîndar hene
Li Nexedeyê agir bi bazarê ket: Dukan bi temamî şewitîn, gelek birîndar hene
Nîşan Nexede Şewat Bazara Emînî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Nexedeyê yê Rojhilatê Kurdistanê, agir bi Bazara Emînî ket û di encamê de 110 dukan bi temamî şewitîn û 35 kes jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên Rûdawê, şeva Yekşemê agir bi Bazara Emînî ya bajarê Nexedeyê ket û bazar bi temamî şewitî.

Bazara Emînî ji 110 dikanan pêk dihat, Qaymeqamê Nexedeyê Mihemed Newbext ragihand, ji ber şewatê 35 kes tengenefes bûn ku piraniya wan xwediyê dukanan bûne û ji bo rizgarkirina kelûpelên xwe çûne nav bazarê.

Qaymeqamê Nexedeyê Mihemed Newbext diyar kir ku vemirandina agir di şiyanên tîmên agirvemirandina Nexedeyê de nebûye û lewma tîmên agirvemrandinê ji Mihabad û Pîranşarê hatine alîkariya tîmên wan lê heta ku agir kontrol kirine tevahiya bazar ku 110 dukan bûne şewitiye.

Li gorî vîdeoyên ku ji Rûdawê re hatine şandin, bazar ji bo cil û berg û kelûpelên malê bûye, di encama şewatê de hemû dukan şewitîne.

Sala 2015 Bazara Emînî li navenda bajarê Nexedeyê ji aliyê 2 bazirganên Kurd ên bi navên Hisên Mewlûdî û Hesen Behramî hatibû avakirin û xwediyên dukanan hemû Kurd in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst