Rêveberiya Xweser ji bo Cejna Qurbanê daxuyaniyek belav kir

26-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rêveberiya Xweser Cejna Qurbanê Betlane
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê diyar kir ku bi mebesta Cejna Qurbanê dê ji sibe heta 1ê Temûzê betlane hatiye ragihandin.

Hevserokatiya Encûmena Cîbicîkar a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rêveberiya Xweser bi boneya Cejna Qurbanê daxuyaniyek belav kir.

Li gorî daxuyaniyê hemû dezgeh û saziyên fermî yên girêdayî Rêveberiya Xweser bi mesta Cejna Qurbanê dê ji roja Sêşemê 27ê Hezîrana 2023yan heta roja Şemiyê 01ê Temûza 2023yan di betlaneyê de bin.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê tenê saziyên ku divê kar bikin, wê li ser karên xwe bimînin.

Li aliyê din Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser jî hejmareke tedbîr ji bo rojên cejnê derxistin.

Tedbîrên ku ji aliyê Desteya Navxwe ya Rêveberiya Xweser ve hatine derxistin ev in:

- Nabe kamyon ji sibe demijmêr 2 piştî nîvro heta demijmêr 6ê êvara roja 1ê meha 7 derbasî nav bajar û bajarokan bibin.

- Nabe matorên sivîl û yên serbazî ji îro heta demijmêr 6ê êvara roja 1ê tîrmehê derbasî nav bajar û bajarokan bibin.

- Hemû deriyên sînorî ji sibe heta demijmêr 6ê êvara roja 1ê tîrmehê li pêşiya tevgera bazirganiyê tên girtin, li pêşiya çûn û hatina xelkê wek berê dimîne.

- Nabe lîstikên bi agir û çekan hebin, kesê rênmayan pêk neyne wê were cezakirin 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst