Li Wanê ji bo nasandina koça Masiyên Kefal festîval tê lidarxistin

26-05-2024
RÛDAW
Nîşan Masiyên Kefalê Festîval Wan Festîvala Çand û Hunerê ya Koça Masiyên Kefal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Erdîşê ya Wanê "11emîn Festîvala Çand û Hunerê ya Koça Masiyên Kefal" dê bê lidarxistin û armanc ew e ku koça masiyan bi hemû dinyayê bê nasîn.

Masiyên Kefalê her sal di navbera 15ê nîsanê û 15ê tîrmehê de ji Gola Wanê koçî avên şîrîn dikin ku xerzên xwe bihêlin û ji bo vê jî gelek astengiyên li pêşiya xwe derbas bikin û têkoşîneke mezin didin.

Parka Siruştê ya Masiyên Kefal yek ji baştirîn cihê temaşekirina koça masiyan e ku li vir "Festîvala Çand û Hunerê ya Koça Masiyên Kefal" dê bê lidarxistin.

Di festîval di navbera 31ê Gulanê û 2yê Hezîranê de tê lidarxistin û dê çalakiyên cuda, pêşbirk û konser çêbibin.

Qaymeqamê Erdîşê Murat Karaloglu diyar kir ku ev masiyên li Gola Wanê dijîn di navbera 15ê Nîsanê û 15ê Tîrmehê de koçî avên şîrîn dikin.

Masiyên Kefal tên parastin

Karaloglu diyar kir ku ji bo festîvalê amadekarî dewam dikin û wiha axivî:

"Em li gel Midûriyeta Çandinî û Daristanan a Bajêr û hêzên xwe yên ewlehiyê li hemberî nêçîra qaçaxî tê kirin tedbîran digirin.

Bi saya tedbîran parastinê hejmara wan zêde dibe. Ji bo kesên ku bi qaçaxî nêçîra wan dikin ceza tê dayîn.

Em îsal 11emîn Festîvala Mihrîcana Çand û Hunerê ya Koça Masiyên Kefalê li dar dixin.

Di festîvala ku dê 3 rojan dewam bike de gelek çalakî û konser dê çêbibin.

Em dê hewl bidin ku sazî, malbat û mêvanên me demeke xwe xweş derbas bikin.

Em bendê ne ku hemû welatiyên me bên festîvala me."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst