Nasnameya 10 şervanan hat eşkerekirin

26-03-2025
RÛDAW
Nîşan HSD Şervan Nasname
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD)  nasnameyên 10 şervanên ku li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê bi daxuyaniyekê nasnameyên 10 şervanên ku ji Çiriya Pêşîn  a 2024 heta Kanûna Paşîn a 2025an canê xwe ji dest daye eşkere kirin.

Li gorî daxuyaniya HSDyê, 10 şervanên di şerê li hemberî êrişên çekdarên radîkal ên Tirkiyeyê piştevaniya wan dike de û di şerê bi çekdarên DAIŞê de canê xwe ji dest daye.

Navên şervanan

Li gorî daxuyaniyê, nasnameyên 2 şervanan wiha ne:

Rewad (Ubey Şaban) li Reqayê ji dayîk bûye û 1ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Til Rifetê canê xwe ji dest daye.

Hogir (Ehmed Şêx Ehmed) li Kobaniyê ji dayîk bûye û 9ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Minbicê canê xwe ji dest daye.

Agirî (Beşar El Mexlif) li Hisîçayê ji dayîk bûye 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Baxozê canê xwe ji dest daye.

Cemîl (Cemal Derwîş) li Kobaniyê ji dayîk bûye û 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Minbicê canê xwe ji dest daye.

Dilgeş (Hisên El Casim) li Hisîçayê ji dayîk bûye û 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Baxozê canê xwe ji dest daye.

Umêrî (Zên El Abidîn Elî) li Saygul Xerbiyê ji dayîk bûye û 8ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Pira Qereqozaqê canê xwe ji dest daye.

Durxam Tebqa (Ebdulkerîn El Hisên) li Tebqayê ji dayîk bûye û 30ê Çiriya Paşîn a 2024an li Helebê canê xwe ji dest daye.

Reyan (Ezedîn Etallah) li Şenanê ji dayîk bûye û 7ê Kanûna Pêşîn a 2024an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Dilovan Kurd (Ferhad Ebdo) li Kurkê ji dayîk bûye û 30 Çiriya Pêşîn a 2024an li Taxa Şêx Meqsûdê ya Helebê canê xwe ji dest daye.

Seho (Hanî El Seho) li Dêrezorê ji dayîk bûye û 4ê Kanûna Paşîn a 2025an li Dêrezorê canê xwe ji dest daye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst