Li Xarpêtê zêtirî 25 kanzayan hene: 'Rîska herifînê her roj heye'

26-02-2024
Abdulselam Akinci
Nîşan Xarpêt Kanza Herifîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xulemanê ya Xarpêtê kanzayek herifîbû û 4 karker di bin axa kanê de mabûn hatin rizgarkirin.

Îro demjimer 10:04 li kaneke taybet a kromê di kûrahîya hezar û 700 metreyan de  hezaz çebûbû û karkerên bi navê Yunus Yaral,  Ahmet Çelik, Zulfu Aydin û Bedrî Aydin di bin hezazê de mabûn.

Piştî bûyerê karkerek bi derfeta xwe rizgar bibû û tîmên hewarçûnê ji bo 3 karkeran jî karên rizgarkirinê dabûn destpekirin.

Bi xebatek zêdetirî 6 saetan her sê karkerên din jî bi selameti hatin rizgarkirin.

Parêzgarê Xarpêtê ragihand ku di derbarê bûyerê de lêpirsîn hatiye destpekirin û rewşa çar karkeran jî baş e.

Parêzgarê Xarpêtê Omer Toraman got, “Bi vî awayî me çar kerkerên xwe yên di bin hezazê de mabûn rizgar kir.

Di vê xebatê de ez spasiya hemû tîmên me yên rizgarkirinê dikim.

Di kêliya ku rûdan qewîmî heta vê demê me berdewam wezîrê xwe yê karê navxweyî Alî Yerlîkaya û nûnerên Wezareta Enerjî û Çavkaniyên Xwezayî agahdar kirin. Wan jî ji nêz ve rûdanê şopand.”

Ji ber rizgarbûna karkeran hevpîşeyên karkeran jî kêfxweş bûn.

“Me bi xebateke 6-7 saetan her çar hevalê xwe derxistin”

Karkerê kanzayê Erdem Guldemîr wiha anî ziman, “Me bi xebateke 6-7 saetan her çar hevalê xwe jî şukur bi silametî derxistin.

Ew cîhê rûdan lê qewimî cîhek bû ku hatibû tehkîmatkirin. Di dema xebatê de hezaz çêbûye.

Tiştên waha di karê medenê de dibin Em jî medencî ne.

Karkerekî kanzaya kromê got, “Xwedê carek din nîşan nede gelekî zor e.”

Karkerekî din ê kanzayê wiha axivî, “Me ew derxistin, em kêfxweş in helbet, ka em ci bêjin. Karê me binê erdê ye ew rîsk rojane heye.”

Li navceyên Palo û Xulamanê yên Xarpêtê li gorî zanyariyan zêdetirî 25 kanên derxistina kromê hene.

Li gorî xebatkaran tevî ku hemû tevdîrên parastinê tên girtin jî carna rûdanên bi vî rengî diqewimin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst