RÛDAW LI WANÊ YE – 'Bila tevahiya cîhanê vê xweşikiyê bibîne'

26-01-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Westan Kaşûn Geştyariya Zivistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navçeya Westanê ya Wanê her çend bi xwezaya xwe cihekê xwe yê taybet hebe û ji bo geştyariya zivistanê guncaw jî be lê ji ber ku baş nehatiye nasandin di asta tê xwestin de eleqeyê nabîne.

Rûdaw di gera xwe ya ji bo nasandina cihên geştyariya zivistanê de berdewam e û vê carê tîma Rûdawê li mezintirîn bajarê herêma Serhedê li Wanê ye.

Tîma Rûdawê di gera xwe ya yekem de li navenda kaşûnê ya Merga Bûtanê ya Colemêrgê bû.

Bultana taybeta a Bakurê Kurdistanê ku Hêvîdar Zana pêşkeş dike, îro ji navenda kaşûnê ya navçeya Westanê ya Wanê weşan kir.

Di nava bajarên Bakurê Kurdistanê de yek ji bajarên ku potansiyeleke gelekî zêde ya aborî, çandinî, geştyarî û bazirganiyê li xwe digire Wan e.

Wan ku bajareke xwedî nifûseke nêzîkî milyon û nîv e, tevî van hemû potansiyelên xwe li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê di warê geşbûn û pêşketinê de di rêza 77emîn de cih digire.

Di lîsteya bajarên herî guncaw a ji bo jiyanê de jî di rêza 72yemîn de ye.

Deriyê nû yê dahata Wanê: Geştyarî

Dahata bajêr ji sedî 74 li ser cotkariyê, ji sedî 3 li ser pîşesazî û ji sedî 4 jî li ser bazirganiyê ye.

Di van salên dawiyê de deriyekî nû yê debarê ji bo bajêr vebû ye ku ew jî geştyarî ye.

Li gorî TUIKê sala çûyî 609 hezar 963 geştyaran seredana Wanê kiriye. Ji van 326 hezar biyanî û 283 hezar jî xwecihî ne.

Geştyaran di sala 2023an de 1.4 milyar dolar li Wanê û navçeyên wê qerc kirine.

Wan bajarê 14emîn e ku herî zêde geştyaran ziyaret kiriye

Li ser asta Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Wan bajarê 14emîn e ku herî zêde geştyaran ziyaret kiriye.

Havînan li Wanê otel ji sedî sed tije dibin û herî zêde ji Îran û Rojhilatê Kurdistanê geştyar diçin wî bajarî.

Lê zivistanan rewş berevajî dibe. Tevî ku berfeke zêde dibare û xwezaya bajêr bo geşta zivistanê gelekî guncav e jî ew bingeh nîne û tenê navendekê kaşûnê heye.

Aktorên bajêr bang li desthilatê dikin da ku girîngî bi Wanê bê dayîn û ew potansiyela geştyarê asta bajêr were başkirin.

Navenda kaşûnê ya li Westanê jî van salên dawiyê di werza zivistanê de ji bo geştyaran bûye rawestgeha werzîşa kaşûnê.

Bi dehan kaşûnvanên bi nav û deng, ji zarokatiya xwe li wê navenda kaşûnê perwerde bûne û wan gelek xelat jî wergirtine.

“Reklameke baş nehatiye kirin û hikûmet girîngiyê bi vê derê nade”

 

Serokê Şaxa Rojhilatê Anadoluyê yê Yekîtiya Kompaniyên Geştyariyê ya Tirkiyeyê Cevdet Ozgokçe bû mêvanê bultena Bakurê Kurdistanê û behsa geştyariya Wanê kir.

Cevdet Ozgokçe diyar kir ku otelên wan di werza havînê de ji sedî sed tejî dibin lê niha di werza ji zivistanê de ji sedî 70î ye û got:

“Ev hejmara niha ya geştyariyê ne bi dilê me ye, em dixwazin di werza zivistanê de jî hejmara geştyran zêde bibe.

Reklameke baş ji bo me nehatiye kirin û rayedarên dewletê zêde bi vê derê re mijûl nebûne.

Wan li herêma Serhedê bajareke kevnar e û behra wê heye. Ava bajarê me ji gelek nexweşiyan re şîfa û derman e. Em girîngiyê bi mêvanên xwe didin û em dixwazin ew zêdetir bên û bajarê me jî pêşbikeve.”

Navenda kaşûnê dê bê veguhastin

Cevdet Ozgokçe diyar kir ku ji ber ku pîstên navenda kaşûnê ya Westanê berê xwe didin rojê, berfa wê zû dihele û egera wê yekê heye ku cihê wê navenda kaşûnê bê guhertin.

Bi gotina Cevdet Ozgokçe, ew niha li ser wê yekê kar dikin ku navenda kaşûnê ya Westanê veguhezin nêzîkî bajarê Wanê.

Derbarê geştên asmanî de jî Ozgokçe got:

“Di veguhestinê de pirsgirêk hene, bi taybetî di geştên asmanî de. Geştên asmanî yên Wanê kêm in û ji gelek bajaran balafir nayên Wanê. Balafir tenê ji Stenbol, Îzmîr Edene û Enqeryê tên.”

Cevdet Ozgokçe herwiha eşkere kir ku wan pêwendî bi aliyê Herêma Kurdistanê re danîne ku geştyaran bibin Wanê û di wê çarçoveyê de çend caran hatine serdana Herêma Kurdistanê.

“Haya cîhanê ji vê xweşikiyê nîne”

 

Serokê Komeleya Karsaziya Herêma Pîşesazî ya Organîze ya Wanê Şemsettin Bozkurt jî bû mêvanê bultena Rûdawê.

Li ser pirsa “Divê çi ji bo pêşketine geştyariya Wanê bên kirin?” Şemsettin Bozkurt got:

“Ev navenda kaşûnê beriya 10 salan li gel çend projeyên din  hat çêkirin. Ev der ji bo bala hemû geştyarên bikêşîne di asta pêwîst de razemenî jê re nehatiye kirin.

Niha haya cîhanê ji vê xwşikiyê nîne, divê em vê derê bidin nasîn. Em dixwazin bi saya we jî geştyar vê derê nas bikin û em wan bikin mêvanê xwe.

Goştê Wanê, penirê Wanê û masiyên hişkkirî gelekî taybet û xweş in. Herwiha cihê ku mirov biçe bibînin jî gelek in. Her qoncika xwezaya Wanê wekî biheştê ye û divê mirov bibîne.”

Herwiha Wan di warê pîşesazî û çandiniyê de jî gelekî guncaw e lê mixabin kêmasiya jêrxaneyan heye û xizmet nayên kirin.”

Bi gotina Şemsettin Bozkurt bajarê Wanê çar werzên salê ji bo geştyariyê xweş e.

“Em dixwazin geştyar ji Kurdistanê bên”

 

Xwediyê Kompaniya Geştiyariyê ya Hîvar Tour Travelê Okan Yildirimçakar jî ji Rûdawê behsa geştyariya Wanê kir.

Okan Yildirimçakar amaje bi wê yekê kir ku Wan ji bo geştyariyê gelekî baş û xweş e û got:

“Piranî geştyar di werza biharê de tên Wanê. Ji bilî geştyarên navxwe herî zêde geştyar ji Îran tên. Ji Kurdistanê jî geştyar tên lê em dixwazin ji wê derê hîn jî zêdetir bên.

Vê havîna borî hinek geştyar ji Kurdistanê hatin vê derê û em bi hev re geriyan. Keyfa wan ji vê derê hat û keyfa me jî ji wan re hat. Zimanê me yek e lê em hev kêm nas dikin.

Bi nêrîna min divê me herin Kurdistan û ew jî bêne vê derê. Bi vî awayî em dê hev nas bikin û çûnûhatina me jî dê zêdetir bibe.

Pêwîst e reklama vê derê zêdetir bê kirin. Bi saya we jî ev der hinek hatiye naskirin û em spasiya wê dikin.”

Xelkê Westanê Cebraîl Batak jî ji Rûdawê re behsa navçeyê kir.

“Em geştyaran li malên xwe jî dikin mêvan”

Cebraîl Batak derbarê Westanê got:

“Piştî navenda kaşûnê çêbûye gelek geştyar tên û mêvanên me çêdibin. Otel hehne lê dema carna geştyar tên em wan dibin malên xwe dikin mêvan.

Metirsiyên pîstên me nîne û kesên ku nezanin jî dikarin lê vê derê kaşûnê bikin. Kesek dikare di heyama du seattan de fêrî kaşûnê bibin.”

Nûçegihanê Rûdawê Rawîn Stêrk jî raporek derbarê geştyariya Wanê de amade kir.

Saziyên sivîl û karsazên li bajêr dixwazin ku ji bo pêşxistina bajêr bingeh werin avakirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst