HEWLÊR - Bi dronê êrişî baregeha hêzên hevpeymaniyê hat kirin

25-12-2023
RÛDAW
Nîşan Êrişên Dronî Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi dronê êrişî baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî ya li nêzî Balafirgeha Hewlêrê hat kirin.

Dijîterora Kurdistanê derbarê êrişê de li ser rûpela xwe fermî daxuyaniyek belav kir û got:

“Îro demjimêr 16:03yan droneke bombebarkirî êrişî baregeha leşkerî ya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li dijî DAIŞê ya li nêzikî Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê kir.”

Li gorî nûçegihanê Rûdawê, di êrişê de dron li nav baregeha hêzên hevpeymaniyê ketiye xwarê û ziyanên canî çênebûne lê tenê zirarên madî çêbûnê.

Herwiha Dijeterora Kurdistanê li ser zirar û ziyanên êrişê ti zanyarî belav nekirin.

“Berxwedana Îslamî ya Îraqê” êriş girt ser xwe

Li aliyê din grûpên çekdar ên Şîe yên Îraqê ku xwe wekî “Berxwedana Îslamî” bi nav dikin, berpirsiyariya wê êrişê girt ser xwe.

Grûpa Berxwedana Îslamî ya Îraqê derbarê êrişê de li ser kanala xwe ya Telegramê daxuyaniyek belav kir.

Grûpa Berxwedana Îslamî ya Îraqê amaje bi yekê kir ku li hemberî kesên ku li Xezeyê hatine kuştin, wekî bersivdanê wan jî bi dronên bombebarkirî êrişî baregeha hêzên hevpeymaniyê ya Herîrê ya li nêzikî Balafirgeha Hewlêrê kiriye û ew dê êrişên xwe berdewam bikin.

Baregeha Esmanî ya Leşkerî ya Herîrê 50 kîlomatreyî dûrî Hewlêrê ye.

Dijeterora Kurdistanê ragihandibû, êriş li baregeha Hevpeymaniya Navneteweyî ya li nêzîkî Balafira Navneteweyî ya Hewlêrê pêk hatiye.

Hemasê, 7ê Çiriya Pêşînê li hemberî Îsraîlê dest bi êrişeke bi navê “Tofana Eqsayê” kiribû.

Artêşa Îsraîlê jî li hemberî vê yekê li Xezeyê bi dijwarî dest bi bombebaranê kir.

Piştî êrişên Îsraîlê yên li Xezeyê baregehên Amerîkayê yên li Îraq û Sûriyeyê gelek caran rastî êrişan tên.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst