Hewlêr (Rûdaw) - Li Efrînê çekdarên Feyleq el-Şam ser bi gundekî de girtin û hejmarek welatiyên Kurd girtin.
Çekdarên grûpa Feyleq el-Şam a girêdayî Tirkiyê avêtine ser gundekî nehiyeya Raco ya herêma Efrînê û hejmarek welatî desteser kirin.
Li gor çavkaniyên xwecihî, hejmarek çekdarên Feyleq el-Şam avêtine ser gundê Penêreka ser ni nehiyeya Raco û guleli nav gund reşandin û tirs xistine dilê gundiyan.
Li gor heman çavkaniyan, çekdarên grûpa navborî hejmarek gundî girtin û bo navendeke xwe ya serbazî birin.
Ji dema ku Efrîn bi destê artêşa Tirkiyê û çekdarên opozisyona Sûriyê hatiye dagirkirin, roj bi roj welatiyên Kurd ên wê herêma Rojavayê Kurdistanê bi destê çekdarên girêdayî Tirkiyê tên girtin û revandin.
Dagirkirina Efrînê
Artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên tundrew ku ser bi opozisyona Sûriyê ve ne û Tirkiye piştevaniya wan dike, roja 20ê Çileya 2018an êrişeke berfireh a bejayî û asmanî bo ser Efrînê dan destpêkirin ku di bin kontrola hêzên Kurdî de bû.
Piştî wê êrişa berfireh a bi her cor çekên giran, bajarê Efrînê roja 18ê Adara 2018an ket destê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar.
Di encama êrişên giran û ketina bajêr bo destê çekdaran de, bi sed hezaran xelkê Kurdan mal û warên bicî hiştin û ketin ser rêyên koçberiyê.
Herwiha ji wê roja ku Efrîn ket bin dagirkirina artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, binpêkariyên li hember welatiyên Kurd li wê herêmê berdewam in.
Heta niha ji aliyê rêxistinên xwecihî û navdewletî ve bi sedan binpêkariyên li dijî xelkê sivîl hatine tomarkirin ku ji aliyê çekdarên girêdayî Tirkiyê ve hatine encamdan.
'Li Efrînê rêjeya Kurdan ji %96 daket %15'
Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê di derbarê binpêkirinên li Efrînê de amar belav kiribûn û ragihandibû, beriya êrîşa Tirkiyê û grûpên çekdar yên opozisyona Sûriyê, rêjeya xelkê Kurd li Efrînê ji %96 bû, lê niha ew rêje daketiye ji %15an.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê Îbrahîm Şêxo diyar kiribû, beriya niha li Efrînê 25 Hezar Kurdên Êzdî hebûn lê niha hejmara wan daketiye 2 hezar kesan.
Li gorî van amarên ku hatine belavkirin, ji sala 2018an ve, 686 kesên sivîl li Efrînê hatine kuştin, û 96 ji wan jin bûne, ku 7 jin di encama destdirêjî û êşkenceyê de jiyana xwe jidest dane.
Rêxistina Mafên Mirovan ya Efrînê dibêje, piştî hatina hêzên Tirkiyê û grûpên çekdar yên oposizyona Sûriyê, 71 jin rastî destdirêjiyê hatine kirin.
Herwiha ji roja dagirkirina Efrînê ve, bi berdewamî xelk tê revandin, ji xwediyên wan pare têne xwestin û dema ku pare neyê dayîn, hinek ji wan kesên revandî têne kuştin.



