Partiya Newrozê hat damezrandin

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hasan Sancar Partiya Newrozê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiyê bi pêşengiya rojnameger Hasan Sancar partiyeke nû ya bi navê "Partiya Newrozê" hat damezrandin.

Her wiha hat ragihand "Partiya Newrozê" ji aliyê Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyeyê ve hatiye pesendkirin ku di nav de tîpa "W" ya Kurdî heye.

Serokê Partiya Newrozê ya Tirkiyeyê Hasan Sancar e û bi slogana “Dengê Yekîtî û Jinûve Zayînê” hatiye damezrandin û xwe li 37 cihan organîze kiriye.

Di amblema Partiya Newrozê de çiya, roj, kûlîlk û reng hene ku pênaseya xwezayê û corbicorbûna çandê dike.

Serokê Partiya Newrozê amaje bi wê yekê daye ku gotina “Newroz”ê ne tenê ya Kurdan an ya Tirkan e, navê cejna herî kevin a cîhanê ye.

Li Tirkiyeyê bi giştî 162 partiyên siyasî hebûn û bi damezrandina vê partiyê hejmara partiyan gehişte 163yan.

Hasan Sancar di sala 1982yan de li navçeya Farqînê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye û di sektora medyayê de jî kar dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst