Li Agirî û Wanê qedexe hat ragihandin

25-11-2019
RÛDAW
Nîşan Bakurê Kurdistanê Agirî Wan Qedexe Tirkiye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistanê li herdu parêzgehên Agirî û Wanê, bo dema 15 rojan qedexeya hemû corên çalakiyan hat ragihandin.

Parêzgariya Wanê di daxuyaniyekê de ragihand, hemû çalakî û xwepêşandan bo dema 15 rojan hatine qedexekirin.

Li gor daxuyaniya parêzgariya Wanê, ji 25ê Mijdara 2019ê wate îro ve, heya 9ê meha bê konfiransên rojnamevanî, vekirina çadiran, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê, merasîmên bîranînê, konsert û belavkirina belavok qedexe ye.

Sedema qedexeyê jî, rewşa ewlekariyê û parastina can û malê welatiyan hatiye ragihandin, sedemên ku di piraniya qedexekirinan de û berî destpêkirina operasyonên li dijî PKKê li Bakurê Kurdistanê tên bikaranîn.

Ev qedexe ya salal 2016ê ye û bi vê biryarê careke din hat dirêjkirin. Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê 3 sal in bi hincetên cuda berdewam tên dirêjkirin.

Li parêzgeha Agiriyê jî hemû corên çalakiyan bo dema 15 rojan hatin qedexekirin. 

Li gor daxuyaniya Walîtiya Agirî, qedexe ji 22ê vê mehê ve dest pê kiriye heya 15 rojan dê berdewam be. Walîtiyê diyar kiriye, di wê maweyê de konferansên rojnamevanî, xwepêşandan, çalakiyên rûniştinê û merasîm qedexe ne.

Biryara qedexeyê hemû navçeyên Agiriyê jî li xwe digire.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst