Hewlêr (Rûdaw) - Umêd Xoşnaw da zanîn ku pêşbînî dihat kirin 30 mîlîmetre baran bibare lê tenê di nava 2 demjimêran de nêzîkî 80 mîlîmetre baran bariyaye û sedema sereke ya rabûna lehiyê ev bûye.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw li ser barana gur a doh bi şev û sedemên rabûna lehiyan ji Rûdawê re axivî.
Umêd Xoşnaw li ser sedemên rabûna lehiyan ragihand:
"Beriya niha li Hewlêrê baran bi qutbûn dibariya, eger lehî rabûba jî tenê li çend cihan çêdibû lê lehiya şeva borî piraniya deverên Hewlêrê girt.
Vê yekê jî wisa kir ku zerereke zêde ya canî û madî bigihêje welatiyên me."
Umêd Xoşnaw li ser wan deverên ku herî zêde lehî lê rabûye got:
"Beşa herî zêde ya lehiyê li rojhilatê Hewlêrê û li nêzîkî Cadeya 150 Metrî bû.
Ji wir ve aveke zêde kete nava bajarê Hewlêrê."
Parêzgarê Hewlêrê li ser zereran jî diyar kir ku hemû tîm li ser cadeyan xebatên destpêkê dimeşînin û anî zimên:
"Tişta girîng silametiya welatiyan e lê bê guman zerereke gelekî mezin gihaye mal, dikan û cihên kar ên welatiyan û bi sedan otomobîl di bin avê de mane."
Li gorî berpirsên Hewlêrê, heta niha di lehiyê de mirina 2 kesan hatiye piştrastkirin û çend kes jî hîn winda ne.
Çîroka 2 kesên ku di lehiyê de xeniqîn
Yek ji wan kesên ku di lehiyê de mir Mihemed Resûlê 28 salî ye û yê din jî zarokekî 5 salî yê bi navê Mistefa Serkewt e.
Li ser bûyera xeniqîna Mihemed Resûl hat ragihandin ku dema lehiyê ew ji mala xwe derketiye û ciwanekî li ser motorsîkletê ji nav lehiyê rizgar kiriye.
Dema xwestiye kesekî din jî rizgar bike lehiyê ew biriye û xeniqiye.
Bavê Mihemed ji Rûdawê re axivî û got ku ew li malê bûye û bi rêya telefonê jê re gotine lehiyê kurê wî biriye.
Mihemed bavê zarokekî sal û nîvî bû û şofêrê kepçeyekê bû.
Li ser Mistefa Serkewtê 5 salî jî malbata wî ji Rûdawê re ragihand ku bavê wî li taxa Hewlêra Nû ji bo kirîna nan ji otomobîlê peya bûye û zarok di otomobîlê de maye.
Di wê kêliyê de ji ber zêdebûna avê otomobîlek li ya wan ketiye û lehiyê otomobîl biriye nav Kornîşa Hewlêrê.
Piştî çend demjimêran tîmên Parastina Sivîlan a Hewlêrê otomobîl dît lê derket holê ku zarok di nav otomobîlê de xeniqiye.
Zerera zêde ya li bazara bajêr
Li bazara Şêxelayê ya Hewlêrê dikandarekî ji Rûdawê re ragihand ku kel û pelên wan hemû di bin avê de mane û zerereke mezin dîtine.
Welatiyekî din jî anî zimên ku rêyên avê hatibûn girtin loma lehî rabûye.
Dikandarekî din jî got ku hinek dikanan bi bihayê 150-200 hezar dolarî mal û kel û pelên wan di bin avê de mane.
Umêd Xoşnaw li ser helwesta hikûmetê eşkere kir ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêwendî pê re daniye û tekez kiriye ku divê hemû şiyanên hikûmetê ji bo parastina jiyana welatiyan bên bikaranîn.
Parêzgarê Hewlêrê her wiha rexne li hikûmeta Îraqê jî girtin ku di bobelatên berê de jî alîkarî neda Herêma Kurdistanê û budceya hawarçûnê neşand.
Dabeşkirina avê bi awayekî demkî hat rawestandin
Birêvebiriya Avê ya Hewlêrê ragihand ku ji ber bilindbûna rêjeya ava rûbaran a heta 12 hezar û 400 NTUyê, stasyonên parzûnkirina avê bi awayekî demkî hatine rawestandin.
Li gorî daxuyaniyê, ev rêje li derveyî şiyana teknîkî ya stasyonan e ku li gorî pîvanên cîhanî avê paqij bikin, lewma ji bo silametî û tenduristiya welatiyan stasyonên Îfraz 1, 2, 3 û ya hawarçûnê hatine rawestandin lê dabeşkirina avê dê bi rêya ava embarkirî bidome.
Her wiha li Kerkûkê jî lehiyê da ser taxa Kurdistanê û welatiyan gazinên xwe yên ji ber kêmbûna hewldanên alîkariyê anîn zimên.
Li gelek bajaran perwerde hat rawestandin
Parêzgarê Hewlêrê da zanîn ku her çend baran sekinîbe jî, roja yekşemê li hemû navendên perwerdeyê ji baxçeyên zarokan heta zanîngehan bêhnvedana fermî ye.
Her wiha desthilat dan birêvebirên daîreyan ku eger av ketibe mala karmendan an rêya wan hatibe girtin, ji bo wan wekî bêhnvedan were hesibandin.
Li parêzgehên Silêmanî, Helebce û Kerkûkê jî ji ber xirabiya rewşa hewayê û ji bo silametiya xwendekaran perwerde hat rawestandin.
Li navçeyên Çemçemal, Dukan û Derbendîxanê yên Silêmaniyê jî biryara bêhnvedanê hat dayîn.
Li parêzgeha Dihokê Birêvebirê Giştî yê Perwerdeyê Segvan Hesen ragihand ku li gorî raporan tenê 5-6 mîlîmetre baran tê çaverêkirin loma li parêzgehê jiyan asayî ye lê wan desthilat daye navçe û nahiyeyan ku li gorî rewşê biryarê bidin.
Rapora Keşnasiyê
Birêvebiriya Giştî ya Keşnasî û Erdhejzaniyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku bandora pêla baranê dê li herêmê bidome û ev pêl dê li Silêmanî û Germiyanê çalaktir be.
Li gorî pêşbîniyên keşnasiyê, di rojên bê de baran dê bi awayekî qutbûyî bidome, li Hewlêr û Dihokê dê kêmtir be û li hinek deverên sînorî jî berf dê bibare.


