Piştî Newrozê komîsyon dê ji bo hilbijartinan amade be

25-11-2017
HÊVÎDAR EHMED
PDK dixwaze beriya hilbijartinên Iraqê, hilbijartinên Kurdistanê were kirin
PDK dixwaze beriya hilbijartinên Iraqê, hilbijartinên Kurdistanê were kirin
Nîşan Hilbijartin Kurdistan Amade Komîsyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê amade ye di nav sê – çar mehên dahatû de hilbijartinên Kurdistanê encam bide. Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) dixwaze beriya hilbijartinên Iraqê, hilbijartinên Kurdistanê were kirin. Herwiha Tevgera Goran jî li gel wê yekê ye ku hilbijartin di demeke nêz de were kirin.

 

PDK dosyeya hilbijartina Kurdistanê ji bo çend mehên dahatû amade kiriye. Berpirsê Dezgeha Hilbijartinê ya PDKê Xesro Goran aşkere kir, ku partiya wî li ser vê mijarê civînên bi hûrgilî kirine, hetanî nêrîna rêkxistinên PDKê jî ji bo hilbijartinê wergirtine. Piraniya wan dixwazin ku hilbijartinên Kurdistanê beriya hilbijartinên Iraqê were kirin.

 

Tevgera Goran di hilbijartina Îlona 2013an de weke hêza duyem a li Parlementoya Kurdistanê derket. Niha jî li gel wê yekê ye ku di demeke nêz de hilbijartin were encamdan. Lê belê tekezî li ser pakkirina tomara dengderan dike.

 

Berpirsekî Goranê Kardo Mihemed dibêje, ku baştirîn derî ji bo rewşa niha ya Kurdistanê ji aliyê siyasî û aborî ve encamdana hilbijartinan e.

 

Komîsyona Bilind a Hilbijartin û Rapirsiyê ya Herêma Kurdistanê pêwîstî bi 15 milyon dolaran heye.

 

Endamê Encumena Komîsyarên Komîsyona Hilbijartinan Cotyar Adil diyar dike, ku eger bikarin tomara dengan pak bikin û budceya pêwîst ji aliyê hikûmetê ve terxan bikin, dikarin di nav sê – çar mehên dahatû de amadekariyan ji bo birêvebirina hilbijartinan temam bikin.

 

Meha derbasbûyî Parlementoya Kurdistanê temenê xwe û yê hikûmetê heta 8 mehan dirêj kir. Niha şanda hikûmetê serdana piraniya aliyan kir û ji bo diyarkirina dema hilbijartinan gotûbêj kirin. Beşek ji aliyên siyasî li gel wê yekê ne ku her sê hilbijartinên parlemento, Serokatiya Herêma Kurdistanê û encumenên parêzgehan di rojekê de werin kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst