Piştî pevçûnên bêtirî salekê li gundên sînorên bajarê Kobanê yê li Rojavayê Kurdistanê, di van çend rojên borî de rêxistina terorîst DAIŞê bi çekên giran ji sê aliyan ve erişî gundên Kobanê kirin û di nava çend rojan de şêniyên derdorê 100 gundê Kobanê ji cih û warên xwe derketin û berê xwe dan navenda Kobanê û sînorê Bakurê Kurdistanê. Li gor statîstîkên Neteweyên Yekbûyî, di van çend rojên borî de bêtirî 100 hezar mirov ji derdora Kobanê derbasî Bakurê Kurdistanê bûne. Piştî ku çekdarên DAIŞê heta 10 kîlometreyan û kêmtir jî gihiştin ber deriyên bajarê Kobanê, firokeyê Amerîkayê erişî çekdar û baregehên DAIŞe li Reqa, Dêrêzor û derdora Hesekê kirin. Van êrişan hinekî bêhna Kobanê jî fireh kirin û êriş û pêşveçûna DAIŞê ya ber bi Kobanê êdî rawestiya û hêzên YPGê û xelkên Kobanê yên ku xwe çekdar kirine êdî DAIŞê dîsa paşve dişkînin. Derbarê van bûyerên dawî li Kobanê, çend kesayetiyên ji wî bajarî nêrînên xwe ji Rûdawê re diyar kirin:
Farûq Mistefa (Rojnamevan):
Li ser rewşa Kobanê gellek lêkolîn û nêrîn dibêjin ku sebeba şikandina Kobanê vedigerê sê sedeman:
1- Çekên ku YPG bikartîne sivik in û pirraniya wan ji çêkirina xwemalî ne.
2- Tirkiye alîkariya DAIŞê dike ji bo ku pişta PYDê li Kobanê bişkîne, ew jî ji bo cihê wê yê cografîk ku Cizîr û Efrînê digihîne hev. Ji bilî wê yekê Koban ji bo Tirkan giring e, sebabê wê jî hebûna tirba Silêman li Qerqozê ye.
3- PYDê dixwaze şerê xwe li dijî DAIŞê bikarbîne, da ku bikevê hevgirtina navnetewî ya li dijî terorîzmê.
Di dawiyê de ez dixwazim bibêjim wê ev tiştê bi serê Kobanê de hatî bi ser hemû bajarên kurdî yê Rojava de were, eger ev siyaseta Kurdan wiha bidome, ev siyaset hêza wan qels dike. Em naxwazin piştî şerê Amerîkayê di sala 2003yê de ev di Sûriya nû de dubare bibe.
Ronî Elî (Nivîskar):
Birîna Kobanê îro nema gotin û helwestên cûrbicûr dikanin devê birîna hemwelatiyên Kobanê bidin hev, îro ne roja lomekirinê ye, di van rojên zehmetiyê de Koban tenê hewcedara vîn û hêza berxwedan û berevaniyê ye.
Dîmen û qêrîna xelkê Kobanê li ser sînorê koçberî û penaberiyê tenê doza yekrêzî û yekhêzê dikin, ji ber ku ew di wê baweriyê de ne ku ew bûne qurbana tênegihiştin û şerpezebûna hêza siyasî ya kurdî û herwiha leyîstik û xefk û xapînokên plan û projeyan. Mebesta min ji van gotinan nayê wê wateyê ku em xwe di ser şaşiyan re bavêjin, lê divê em li rex xelkê xwe bin û hîn birînan kûrtir nekin, ji ber sibe wê kesê gunehkar bi xwe ji hembêza vî miletê bi rûmet derkeve û li cihekî din ji xwe re bipirse.
Evîn Berazî (Derhêner):
Êşa xelkê me yê Kobanê êşa hemû Kurdan e. Li her deverê xelkê Kobanê îro di rewşeke mirî de ne, ew li hember siyasetekê ne ku wan mecbûr dike ku ji mal, erd û milkê xwe derkevin. Kobanê ji zilamên Baasiyan heta DAIŞê gellek astengî kişand, lê tevî wê xwedî bawerî û hêz in. Ev kefîl e ji wan re ku di rojên pêş de serkevin.
Îro divê hemû Kurd li kêleka birayên xwe yên Kurdên Kobanê bisekinin û divê siyasetmedar û rewşenbîrên me dengê Kobanê bigihînin rêxistinên mafên mirovan û deverên pêwîst. Serkefin ji Kobanê re.

Hîvron Şerîf (Berpirsa Dezgeha Hîro ya Jinan):
Xelkê Kobanê di rewşekê de ne ku nayê gotin û şirovekirin. Êvaran li erdê radizin, zarok birçî ne, rewş êvaran sar e û bêyî betaniyan îdare nabe. Tenê hikûmeta demkî ya sûrî çend betanî belav kirin, lê têra xelkê nekir, hinek bi dest wan ket, gellek ji wan na. Ez û çend heval niha li Sirûcê ne, karê me ewe ku em hemahengiyê ligel hikûmeta demkî û kesên xêrxwaz û alîkar çêkin. Ji bo debara xelkê xwe vê demê em bikin, em alîkariya însanî ji bo xelkê ku li cadeyan radizin dixwazin û em dixwazin ku dezgehên ragihandinê dengê xelkên me bigihînin cihanê û rêxistinên mafên mirovan û em daxwaz dikin ji serokên partiyan ku hember vê talanê bi cidî bisekînin û ev dem ne dema daxuyanî û tewanbarkirina hev e.
Miço Kendeş (Hunermand):
Ez nûçeyên ji Kobanê û rewşa li herêma Kobanê deqe bi deqe dişopînim û bi dilekî xemgîn li fermaneke nû di dîroka miletê kurd de dinêrim. Dayîk, zarok, keç, pîr û kalên me xwe dîsa li têlên rêsayî yên sînoran didin û tîbûn, birçîbûn û zîwariyê dikişînin. Bi hezaran dûrî axa ku dirêjiya temenê xwe lê derbas kiribûn ketine û li sirgûneke nû, yeke bê wate, bê rû û bê nav ketine. Herkes ji xwe pirs dike: Ji bo çi em gihiştin vir?
Hêviya min ewe ku herkes dûrî nêrînên teng yên partiyan û êlan li gor pêkan û derfetên xwe Kobanê biparêze û wê bi tenê nehêle. Tikaya me ji cenabê serok Mesûd Barzanî û hemî berpirsên Kurdan heye ku Kobanê wek « şerefa » Kurdistanê û miletê kurd bibînin û gotinan bikin kiryar.
Ev şerê ku li ser Kobanê dibe ne şerekî adilmend e, şerekî hovane ye û ne mirovane ye. Ez çavên her kesê/kesa ku axa Kobanê diparêze maç dikim û bejna xwe li ber biçûk û mezinên wan ditewînim û axa bin piyê şehîdan radimîsim.
Dr. Îzedîn Temo (Karmend di Wezareta Pêşmergeyan de li Hewlêrê):
Koban bajarekî Kurdan yê stratejîk e, ew bajarên Rojava yên din bi hev re girêdide. Koban di dîrokê de rastî gellek êrişan hatiye. Ji ber ku herêmeke eşîrî ye, bi taybetî eşîra Berazan, ya ku di nav leşkerên osmanî de qiweta sereke bû di dema şerê Osmaniyan li dijî Sefawiyan û niha ji destpêka şoreşa Sûriyê de Koban li ber xwe dide, heta şerê wan li hemberî DAIŞê bûye bêhtirî salekê û DAIŞê nikarîbû bi serkeve. Lê piştî desthilata DAIŞê li Mûsil û Şengalê çekên giran ji wan deveran peyda kirin û şandin Sûriyê ku bi wan niha şerê Kobanê dikin. Lê Koban ne wek Mûsil û Şengalê ye, ji ber kû xelkê Kobanê xwedî îradeyeke xurt e û baweriya xwe bi xortên xwe tîne.



