Heşdî Şebî çû parzûngeha petrolê: Li Silêmaniyê çi diqewime?

25-08-2024
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Heşdî Şebî Germiyan Petrol Parzûngeh
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Milîsên Heşdî Şebiyê bi çekên giran çûne parzûngeheke Petrolê ya li Germiyanê.

Li gorî agahiyên Rûdawê, Heşdî Şebî ketiye Parzûngeha Qemerê ya li bajarokê Kulecoyê yê li herêma Germiyanê ya Silêmaniyê.

Rayedarekî Pêşmergeyan ji Tora Medyayî ya Rûdawê re ragihand ku Heşdî Şebî bi sedan wesayîtên leşkerî çûye wê derê.

Heman çavkaniyê da zanîn, Heşdî Şebiyê qebûl nekiriye ku ji herêmê derkeve û wan li polîsekî jî xistiye ku hişyarî daye wan.

“Em dê 3 rojan bimînin û herin”

Hat zanîn ku rayedarekî Heşdî Şebiyê yê ku çûye Germiyanê gotiye:

“Ferman hat em berê hêzên xwe bidin qada petrolê ya ku Îmarat petrolê jê derdixe.”

Fermandarekî Pêşmergeyan ê ku li cihê bûyerê ye ji Nûçegihanê Rûdawê yê Germiyanê re got:

“Fermandarekî Heşdî Şebiye wiha ji min re got, ‘Em di encama hevdîtineke bi Bafil Talebanî re li vê derê ne. Em dê 3 rojan bimînin û herin. Pêşmerge birayên me ne. Em dê bi piştgiriya balafirên şer li hemberî DAIŞê operasyonekê bikin.”

Li hêla din, hat zanîn ku Heşdî Şebî nahele nan û avê ji polîsên li Parzûngeha Qemerê re bibin û nahêlin Pêşmerge jî nêzîkî herêmê bibin.

Bi 400 wesayîtî hatin

Nûçegihanê Rûdawê Huner Hemîd ragihand ku Heşdî Şebî serê şeveqê derdora saet 04:00an bi 400 wesayîtên leşkerî çûye wê herêmê.

Hat ragihandin ku Heşdî Şebî bêyî destûr û agahiya Pêşmergeyan çûye herêmê.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst