Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê ji Rûdawê re: Bila Hewlêr û Bexda nakokiyên xwe çareser bikin

25-07-2023
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê derbarê nakokiyên Hewlêr û Bexdayê yên li ser bûdceyê daxuyanî da Rûdawê û ragihand, ew her du aliyan teşwîq dikin ku nakokiyên xwe yên li ser bûdce û qanûna petrol û gazê çareser bikin.

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Vedant Patel di bersiva pirsa nûçegihanê Rûdawê yê li Washingtonê Diyar Kurde de got: “Em daxwazê ji hikûmetên Iraqê û Herêma Kurdistanê dikin ku pirsgirêkên xwe yên têkildarî bûdce û yasaya petrol û gazê bi awayekî ku di berjewendiya welatiyên Iraqê de be û li gorî Destûra Iraqê çareser bikin.”

Vedant Patel herwiha diyar kir, ew piştgiriyê didin hemû hewildanên ji bo parastina azadiya derbirînê, azadiya çapemeniyê û destûrdayîna civînên girseyî.

Patel wiha berdewam kir: “Li hemû welatên cîhanê, em piştgiriya hemû hewildanên ji bo parastina azadiya derbirînê û azadiya çapemeniyê dikin û destûrê didin ku kombûnên giştî li gorî yasayan bên kirin.

"Weke ku di qanûnê de hatiye destnîşankirin hemû welatî, di nav de xwepêşanderên ku bi awayekî aştiyane xwepêşandanê dikin û çalakvanên sivîl, layîqê parastin û muameleya wekhev in.”

Cîgirê Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîkayê herwiha destnîşan kir, ji bo ku demokrasî bi ser bikeve, divê hikûmet mafên mirovan biparêze, di nav de azadiya derbirînê û xwepêşandanên aştiyane yên ku di destûr û qanûnên navneteweyî de hatine destnîşankirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst