Dadgeha Sineyê 2 cal cezayê girtgehê li çalakvanê Kurd Burhan Seîdî birî

25-07-2023
Sîna Soma
Sîna Soma
Nîşan Burhan Seîdî Sine
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Burhan Seîdiyê ku çalakvanekî kedkariyê yê bajarê Sineyê yê Rojhilatê Kurdistanê û girtiyê siyasî yê berê ye hat darizandin. Dadgehê, 2 sal cezayê girtîgehê da Seîdiyê 59 salî. 

Li gorî agahiyên ku rêxistinên xwecihî yên mafên mirovan ên Rojhilatê Kurdistanê belav kirine, Burhan Seîdî doh ji aliyê Şaxa Yekê ya Dadgeha Şoreşê ya Sineyê ve hatiye darizandin û 2 sal cezayê girtîgehê bi ser wî de hatiye sepandin.

Ew çalakvanê xelkê Sineyê bi “hewldan li dijî ewlekariya netewî ya Îranê” hatibû tohmetbarkirin.

Îtilaata Sineyê, 18ê Gulanê gazî Burhan Seîdî kiribû. Siyasetmedarê Kurd li wê derê hatibû desteserkirin û paşê bo girtîgeha navendî ya bajarê Sineyê hatibû veguhastin.

Ew çalakvanê Kurd 17ê Hezîranê bi kefaleta 500 milyon tûmenî bi awayekî demkî heta bidawîbûna dadgehê hatibû berdan.

Rêxistina Hengawê ya Mafên Mirovan berê di raporekê de ragihandibû ku çalakvan Burhan Seîdî nexweşiya dil pê re heye û diyar kiribû, “li zîndana îdareya Îtilaata Sineyê, rê nayê dan ku Buran Seîdî bê dermankirin û ew ji çareseriya pizîşkî hatiye bêparkirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst