Necdet Takva: Em dixwazin geştyarên Herêma Kurdistanê bên Wanê

25-06-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Necdet Takva Odeya Bazirganiyê ya Wanê Odeya Bazirganiyê ya Dihokê Geştiyarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê Necdet Takva diyar kir ku ew dixwazin geştyarên Herêma Kurdistanê bên Wanê.

Şandeyeke Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Wanê li Dihokê bi şandeya Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dihokê re civiya.

Piştî civîn û hevdîtinan Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Dihokê Şukrî Cemîl di konferansa rojnamegeriyê de eşkere kir mijarên bazirganî, geştyarî û hêsankirina vîzeyê hatine gotûbêjkirin.

Şukrî Cemîl diyar kir ku ew dixwazin vîzeya Tirkiyeyê were erzankirin û çûnûhatina geştyaran di navbera Dihok û Wanê de zêdetir bibe.

“Hiqûqa biratiyê di navbera me de heye”

Necdet Takva jî bû mêvanê Bultena Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Necdet Takva behsa û civîna bi  Şukrî Cemîl re kir û wiha got:

“Tirkiye û Herêma Kurdistanê cîranên hevdû ne. Divê ev cîrantî ji me re bibe derfetek.

Em dişibin hevdû, em bi heman zimanî diaxivin. Em xwediyên heman bawerî û çandan in.

Em beriya bi 2 salan dîsa hatibûn Dihok, Hewlêr û Silêmaniyê û me wê demê jî gotibû.

Em dixwazin pêwendiyên sazî û dezgehên Herêma Kurdistanê bi sazî û dezgehêb bajarên nêzîkî Tirkiyeyê re bihêztir bikin.

Me 6 mehan berê bernameya xwe saz kiribû û rêveberiya me xwest ziyaretên xwe aniha pêk bînin.  Li Odeya me ya Dihokê hilbijartin çêbû.

Em serok û rêveberiya Odeya Bazirganiya Dihokê pîroz dikin.

Di navbera Dihok û Wanê de Colemêrg heye. Em Dihok û Colemêrg wekî yek dibînin em cîranên hevdû ne.

Hiqûqa biratiyê di navbera me de heye. Em dixwazin van pêwendiyên xwe bihêztir bikin.

Em dixwazin asta danûstendinê, asta geştyariyê zêdetir bikin.

Deriyên Serzêr- Uzumluyê divê 24 saetan kar bikin

Necdet Takva behsa pirsgirêkên deriyên sînorî jî kir û wiha got:

“Pirsgirêka sereke li ser sînoran e. Serokê Odeya Bazirganiya Dihokê jî anî ziman meseleya vîzeyan pirsgirêkeke mezin e di navbera Herêma Kurdistanê em vê qebûl dikin.

Pirsgirêkeke din jî li Deriyên Sînorî yê Serzêr û Uzumluyê heye. Derî tenê 5-6 saetan kar dike.

Eger pirsgirêka ewlehiyê were çareserkirin û kapasîte were zêdekirin û derî 24 saetan kar bike, ez bawer dikim dê ji aliyê me bi 10 hezaran kes herin serdana Hewlêr û Dihok û Silêmaniyê.

Dîsa dê bi hezaran kes ji Herêma Kurdistanê herin serdana bajarên Wan û Colemêrgê.

Divê em van pirsgirêkan biaxivin rêyên wan vekin.

Em dê berpirsên Tirkiyeyê aliyên Hikûmeta Tirkiyeyê li ser mijarê agahdar bikin.

Baweriya me ew e ku ew pirsgirêk nemînin û çûn û hatin zêde bibe.”

“Pêwîst e geştên asmanî dest pê bikin”

Necdet Takva di berdewamiya axaftina xwe amaje bi nebûna seferên asmanî yên di navbera Hewlêr û Wanê jî kir û wiha got:

"Em gelekî dixwazin çûnûhatina balafiran jî dest pê bike.

Me ev mesele gelekî caran anî ziman û balafirgehên me amade ne. Kompanyayên geştan xwe ji bo seferan nadin ber vî karî.

Divê ew xwe bidin vî karî hikûmet wan teşwîq bike û em jî dê bibin alîkar û garantiyê bidin wan."

Di dawiya axaftina xwe de Takva eşkere kir ku dê di meha Îlonê de Pêşengeha Gastronomiyê ya Îlonê li dar bixin û ew xelkê Dihokê dawetî pêşangehê dikin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst