Li Duhokê ji bo rûbirûbûna hişkesaliyê 2 bendav têne çêkirin

25-06-2023
Huner Reşîd
Li Duhokê ji bo rûbirûbûna hişkesaliyê 2 bendav têne çêkirin
Li Duhokê ji bo rûbirûbûna hişkesaliyê 2 bendav têne çêkirin
Nîşan Bendav Hişkesalî Duhok
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Sêmêlê ya ser bi parêzgeha Duhokê ve bendaveke bi bihayê zêdetirî 7 milyar û 100 milyon dînarî tê çêkirin û karên wê bi rêjeya ji %39 temam bûye, piştî ku bi dawî bû dê bikaribe 5 milyon metre sêca av li xwe bigire. Bendava din dikeve ser çemê Sîpeyê û bi navê Bendava Sîpe 2 tê binavkirin.

Endezyarê Bendava Bendawayê Dilşad Emîn got, “Bendav xwe dispêre ava baranê, ava baranê ji qadeke 111 kîlometroyî tê nav û ji bo çandiniyê bi kar tînin ji ber ku em dibînin li herêmê ji bo genim bîr têne kolandin lê heger me ew bendav temam kir piştî demekê ev pirsgirêk çareser dibe.”

Duyemîn bendava ku li Duhokê tê çêkirin, li ser Çemê Sîpe yê nehyeya Bamernê ya navçeya Amêdiyê ye, di bendavê de heft milyon metre sêca av dikare bê hilanîn û ji %45 kar temam bûye, piştî kêmtirî salekê dê bi dawî bibe. Temamiya projeyê bi bihayê 7 milyar û 260 milyon dînar tê çêkirin.

Endezyarê Bendava Sîpe 2 Bedel Hacî Husên anî ziman, “Em niha di pêvajoya danîna qatên bendavê de ne ku ji ax û parzûnan pêk tê. Ev bendav ji bo çandiniyê, projeyên masiyan, geştiyariyê û zêdekirina avên bin erdê gelekî bi sûd e.”

Rêveberê Bendavên Duhokê eşkere dike, di plana kontrolkirina hişkesaliyê de ew li ser sê bendavan dixebitin ku yek ji wan Bendava Xinisê ye ku ji %100 temam bûye.

Rêveberê Bendavên Duhokê Ferhad Mihemed ji Rûdawê re ragihand, “Li parêzgeha Duhokê 3 bendavên me hene, bi kêfxweşî Bendava Xinisê temam bûye û niha av lê tê komkirin, niha kar li ser 2 bendavên din tê kirin ku ew jî Bendava Bendawa û Bendava Sîpe 2 ne ku dê gelek bi sûd bin.”

Li gor amarên Rêveberiya Bendavên Duhokê niha di bendavên Duhokê de 29 milyon metre sêca av ji hatiye komkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst