Li Rihayê ji ber barana gur kûçe û kolan di bin avê de man

25-05-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Baran Lehî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê,  ji ber barana gur kûçe û kolan di nav avê de man.

Li bajêr ji ber barana gur a ku nîv saet barî hin kûçe û kolan di nav avê de man.

Kolana Konduyê ya Taxa Akabeyê ya ku par ji ber lehiyê lê tehrîbat çêbibû ji ber ava ket kolanê ji trafîkê re hat girtin.

Ekîbên şaredariyê û welatiyan hewl da ku rogar û qenalên avê yên ku xitimîn vekin.

Ji ber barana gur hin kargeh di nav avê de man.

Xwediyê kargehan û welatiyan li dikanan paqijî kirin.

Şofêran ji ber şiliyê nekarîn ku otomobîlên xwe bi hêsanî biajon.

Ji ber rabûna avê rê têk çûn û keviran zerer da hin rêyên li nav taxan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst