Semsûr (Rûdaw) – Weke tê zanîn hejmara herî zêde ya penaberên Sûrî, li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dimînin. Erdheja 6 Sibatê, barê wan penaberan girantir kir û niha 30 malbatên penaberên Sûriyê li nava parkeke Semsûrê bi cih bûne.
Li parkeke Semsûra Bakurê Kurdistanê, 30 malbatên penaberên Sûrî yên ji Idlib û Helebê, bi cih bûne.
Mustefa yek ji wan e, 6 zarokên wî hene, di sala 2013 de penaberî Semsûrê bû ye, ev 2 carin mala wî xerab dibe, malek li Helebê û malek jî li Semsûrê, niha bêmal maye.
Penaberekî Sûrî Mistefa Mihemed dibêje: “Eger ji te re bêjim rewşa me baş, na bi Xwedê ne baş e. Her çadir biheje zarok ditirsin, ew wisa dizanin erdhej çêbûye, ba li çadir dixe dîsa ditirsin. Rewş aloz e, her hejek çêdibe tirs çêdibe.”
Malbata Sûrî cara duyemîn malên xwe ji dest din dikin. Carekê ji ber şer û vê carê jî ji ber erdhejê. Piştî erdhejê zêdetirî 30 malbatên Sûriyê yên ji parêzgeha Heleb û Idlibê li parkeke Semsûrê bicihbûne.
Penaberekî Sûrî Xazî Qasim jî got: “Bi rastî topbaran bi milyon carî ji erdhjê baştir e. Ji ber ku top li deverekê dikeve, ziyan digihîne derdora xwe. Lê erdhej ti devereke taybet nagire, her derê digire.”
Penaberê Sûrî Ebdilsetar Faris jî got: “Xelk di nava rewşeke tirsê de bû, avahî wêran bû, hawara zarok û jinan. Xelk di bin kavilan de man, banga alîkariyê dikirin. Cade hatin girtin, em hemû li ser dengê ji malên xwe derketin.”
Li gorî amarên nefermî, derdora 20 hezar penaberên Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê li Semsûrê dijîn. Ji şer rêvîn lê erdhejê rehim li wan nekir û zêdeyî 200 kesan bûn qurbanî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse