Nêçîrvan Barzanî li ser rêkeftina Îraq û Amerîkayê daxuyanî da

25-01-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îraq Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê de bi başî nirxand.

Rêkeftin ji bo destpêkirina karê Komîteya Bilind a Leşkerî ya di navbera her du welatan de ye.

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser mijarê daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

Di daxuyaniyê de hat gotin:

“Em bi başî rêkeftina di navbera Hikûmeta Federal a Îraqê û Hikûmeta Amerîkayê de dinirxînin ku ji bo destpêkirina karê Komîteya Bilind a Leşkerî (HMC) û pêşdebirina gotûbêjan li ser pêwendiyên dualî û paşeroja hevkariyên hevbeş ên di warên siyasî, aborî û yên çandî de ye.”

Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) ragihandibû ku ew dê di rojên pêş de bi Îraqê re dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin.

Serokatiya Herêma Kurdistanê herwiha got:

“Herêma Kurdistanê piştevaniya vê rêkeftinê dike û dê ji bo parastina aştî, ewlehî, aramî û serweriya welat û pêşxistina pêwendiyên li ser bingeha rêzgirtin, yekrêzî û berjewendiyên hevbeş alîkar be.”

Amerîka û Îraq dê di rojên pêş de dest bi civînên komîteya bilind a hevbeş bikin û Pentagonê ragihand ku ji bo guhertina erkê Hevpeymaniya Navdewletî ya li Îraqê bernameyeke demkî tê danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst