Mele Nûriyê Hesarî helbestvanê doza gelê kurd

26-01-2017
Besam Mistefa
Rûdaw
Rûdaw
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Kurd Helbestvan Mele Nûrî yê Hesarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro şeşemîn salvegera koçkirina Mele Nûriyê Hesarî ye. Mele Nûrî yê Hesarî ku 25ê meha Çileya sala 2011an wefat kiribû, yek ji helbestvanên klasîk ên Rojavayê Kurdistanê bû, ku navê wî cihê xwe li kêleka navê helbestanên weke Seydayê Cegerxwîn, Tîrêj, Keleş û yên din digire.

 

Helbestvan û zimanzanê Kurd Mele Nûriyê Hesarî di sala 1934an de li gundê Hesarê yê girêdayî Kerecosê ji dayik bû û wek Seydayê Pirêşan jî tê naskirin. Di heşt saliya xwe de, li ser destê bavê xwe fêrî xwendina Quranê bû û piştre li gelek gundên navçeya Cizîra Sûriyê meletiyê dike û di nav pêlên helbesta kurdî û welatperweriyê de dibe melevanekî şehreza.

 

Ji destpêka sala 1967an ve, Mele Nûriyê Hesarî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê dijiya.

 

Lê piştî nexweşiyeke dûrûdirêj, roja 25ê meha Çile ya sala 2011an, Mele Nûrî di 78 saliya xwe de, li taxa Qenat Siwêsê ya Qamişloyê koça dawî kir û li goristana Qidûrbegê hate veşartin.

 

Mele Nûrî gelek berhem afirandine. Ji berhemên wî yên çapkirî: Şoreşa Berzanî- Zeviyek Gazîdan - Axlîma: Pêlên Helbesta Kurdî - Rêziman û Hostanîbêja Zarhaweyên Kurdî. Lê ji xeynî berhemên çapkirî yên Mele Nûriyê Hesarî, gelek berhemên wî hê jî destnivîs in û li benda dîtina çap û ronahiyê ne, weke Rêzimana Kurdî, helbestên kurdî, ferhengeke kurdî-kurdî û ferhengeke kurdî-farisî.


Mele Nûriyê Hesarî çend xelat û rêzname jî wergirtine wek: "Xelata Cegerxwîn ya afirandina helbestê di sala 2008an de - Bawernameya rêzgirtinê ji festîvala helbesta kurdî ya 12an li Sûriyê di sala 2007an de- Rêznameyek ji dîdargeha çand û hunerê û kovara Mewasim û di sala 2014 an de, Hevgirtina Nivîskar û Rojnamevanên Kurd li Sûriyê jî xelatek bi navê Mele Nûrî da destpêkirin."

 

Mele Nûrî aşiq û dildarê axa Kurdistanê bû û hertim li ser gel û welatê xwe dinaliya û dikir hawar û qîrîn. Di helbesta xwe ya bi navê "Derdê Welat Dijwar e" de, Mele Nûrî wiha dibêje:

 

"Welat êşa te dijwar e. Di rengê jan û mûmar e. Di dil de her wekî ar e. Wekî sertîr û mûkar e.


Wekî jehra serê mar e. Li ser te ez perîşan im. Tiwî xanim di burcê de. Gul û nêrgiz di mêrgê de.


Tiwî sêva di darê de. Tiwî mûma di camê de. Hezar salan di perdê de. Ji bo dîna te bîşan im.


Kula cerga tu şêrîn î. Di rengê dilbera Zîn î. Li ser te pir dibin xwînî. Ji bo Kurdan cihê jîn î.


Hemî sor û zer û şîn î. Çilo çêkim nema zanim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst