Li Sêwazê agir bi avahiyekê ket: 6 kes bi jehrê ketin

8 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Sêwaz Şewat
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêwazê ya Bakurê Kurdistanê ji ber sedemeke nediyar agir bi avahiyeke sê qatî ket, di encamê de 6 kes ji ber dûmanê bi jehrî ketin.

Li Sêwazê îro ji ber sedemeke nediyar agir bi qata yekem a avahiyeke sê qatî ket û dûman li tevahiya avahiyê belav bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyeê, parastina sivîlan û polîs çûn cihê bûyerê.

Welatiyên ku di avahiyê de asê mabûn ji aliyê tîmên pêwendîdar ve hatin derxistin.

Tîmên tenduristiyê 6 kesên ku dûmanê bandor li wan kiriye piştî midaxeleya destpêkê bi ambulansan veguhastin nexweşxaneyên bajêr.

Agir ji aliyê tîman ve hat vemirandin lê di qatê yekem ê avahiyê de zererên madî çêbûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst