Hewlêr (Rûdaw) – Hevserokê Şaredariya Dêrsimê Cevdet Konakê ku qeyûm danîbûn şûna wî, di doza ku bi hinceta axaftinên wî yên sala 2024an bi tohmeta "propagandaya rêxistinê" dihat darizandin de beraat kir.
Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê bi hinceta ku kiryarên li ser Cevdet Konak di qanûnê de wekî sûc nehatine pênasekirin û hêmayên yasayî yên sûc çênebûne, bi yekdengî biryara beraatê da.
Doza ku ji ber axaftinên wî yên di çalakiyên sala 2024an de hatibû vekirin bi dawî bû.
Di rûniştina 11an a dozê de ku 20ê Çiriya Pêşîn li Dadgeha Cezayê Giran a Dêrsimê hat lidarxistin, dadgehê biryara beraata Konak pesend kir.
Li gorî zabitnameya rûniştinê, doza li ser Konak ji ber axaftina wî ya 4ê Adara 2024an a li Qada Qişleyê ya taxa Mogultayê ya Dêrsimê ya di hevdîtina gel a DEM Partiyê de û her wiha ji ber axaftineke wî ya li ser torên civakî hatibû vekirin.
Di îdianameyê de hatibû diyarkirin ku Konak di axaftinên xwe de navê Denîz Gezmîş, Mahîr Çayan, Îbrahîm Kaypakkaya, Sakîne Cansiz û Aysel Doganê aniye zimên.
Her wiha gotinên wî yên li ser dîroka Dêrsimê û nasnameya Kurdî jî wekî hinceta tohmetê hatibûn nîşandan.
Dozgeriyê îdia kiribû ku axaftinên Konak ên li cihên giştî di asta "propagandaya PKKyê" de ne û xwestibû ku ew were cezakirin.
Parêzer Kalsen: Hêmayên sûc çênebûne
Parêzera Konak, Fatma Kalsenê li dijî nêrîna dozgeriyê ya li ser esasê dozê parastin kir û tohmetên li ser miwekîlê xwe red kirin.
Fatma Kalsenê da zanîn ku di axaftinan de ti nav an jî sembolên rêxistinekê nînin û got ku tenê anîna ziman a navên wan kesan bi serê xwe sûcê propagandeyê pêk nayîne.
Kalsenê li gorî nûçeya PÎRHAyê aniye zimên, "Di vê dosyeyê de banga tundiyê nîne û bi ti awayî hêmayên sûcê ku tê îdiakirin çênebûne" û xwest ku derheqê wî biryara beraatê were dayîn.
Kalsenê bal kişand ser guherînên di “Qanûna Têkoşîna li Dijî Terorê” de jî û diyar kir ku ji bo pêkhatina sûcê propagandeyê divê hêmayên tundiyê yên berbiçav hebin.
Kalsenê her wiha xwest ku biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn li ber çavan werin girtin û axaftinên Konak di çarçoveya xebatên hilbijartinê de werin nirxandin.
Biryara beraatê
Tevî daxwaza cezakirinê ya dozgeriyê jî heyeta dadgehê biryar da ku hêmayên yasayî yên sûcê li ser Konak pêk nehatine.
Dadgehê li gorî xala 223/2-a ya Qanûna Pêvajoya Cezayê (CMK) bi hinceta ku kiryara hatiye kirin di qanûnê de wekî sûc nehatiye pênasekirin, bi yekdengî biryara beraata Konak da.
Li gel biryarê hat diyarkirin ku 65 hezar lîreyên Tirkî heqê parêzeriyê ji xezîneyê ji Konak re bê dayîn û lêçûnên darizandinê jî li ser xezîneyê bimînin.
Konak tevlî rûniştinê nebû lê parêzera wî Fatma Kalsen di salonê de amade bû.
Hat diyarkirin ku piştî ragihandina biryara bi hincet, di nava 2 hefteyan de mafê serlêdana ji bo dadgeha îstinafê heye.


.jpg&w=3840&q=75)
