Operasyona li ser saziyên Kurdî: 25 kes hatin desteserkirin

24-09-2024
RÛDAW
Nîşan MED - DER Payîz Pirtûk Amed Desteserkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Polîsan vê sibehê bi ser saziyên çand û zimanê Kurdî de girt û 25 kes hatin desteserkirin.

Berê sibeha îro Hêzên Ewlehiyê yên Tirkiyeyê li Amed û navçeyên û li bajarên Stenbol û Îzmîrê yên Tirkiyeyê di operasyoneke hevwext de bi ser ser malên gelek çalakvanên zimanê Kurdî û saziyên çand û zimanê Kurdî de girt.

Di serdagirtina malan de hevserokên Komeleya Lêkolînên Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) Mehmet Remzî Azîzoglu û Şukran Yakut jî di nav de gelek kes hatin deteserkirin.

Li avahiyên MED-DER û Payîza Pirtûkê polîsan lêgerîn kir û dest danîn ser gelek  pirtûk, kovar û ji hardîskên komputeran.

Derbarê dosyeyê de biryara nihênîbûnê hatiye dayîn lê li gorî zanyariyan, di çarçoveya lêpirsînê de hejmara çalakvan û berpirsên saziyên çand û zimanê Kurdî yên hatine desteserkirin bû 25.

Li gorî Ajansa Mezoptamyayê navên kesên hatine desteserkirin ev in:

Hevserokên MED-DERê Mihemed Remzî Azîzoglu û Şukran Yakut, Rifat Ronî, Ramazan Holat, Dîlan Guvenç, Nazan Çelîk, Rêzan Aktulum, Bêrîtan Gurbet Orak, Bêrîvan Duman, Ayhan Karatekîn, Belkis Bîtkîn, Cîhat Guney, Mehmet Saluh Ongun, Îlyas Gun, Hebun Yagmur, Mîne Karakaş, Ahmet Boltan, Rabîa Karayil, Îpek Oyur, Fatma Îgîn, Mustafa Açmaz, Hasan Gurpinar, Şehrîban Ayluçtarhan û Cîhat Çagrici.

Tê texmînkirin Şehrîban Ayluçtarhana ku li Stenbolê hatibû desteserkirin û Belkîs Bîtkîna ku li Îzmîrê hatibû desteserkirin di çarçoveya lêpirsînê de wan bibin Amedê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst