Şewata li Amed û Mêrdînê çîrokên ji mirinê girantir li pey xwe hiştin

24-06-2024
Abdulselam Akinci
Gora Mezher Demîr/Wêne: Rûdaw
Gora Mezher Demîr/Wêne: Rûdaw
Nîşan Amed Mêrdîn Şewat Mezher Demîr
A+ A-

Mêrdîn (Rûdaw) - Şewatê çîrokên gelekî diltezîn li pey xwe hiştin.

Li gundê Kelekê yê navçeya Şemrexê ya Mêrdînê Mezher Demîrê ciwan ku di şewatê de nemiriba dê nîşaniya wî bihata kirin.

Lê şewatê mirazê wî di çevên wî de hîşt. Ew biraye xwe yê ezep Eşîr di dema çûyîna hewara şivanê gundê cîran de di nav agir de dimînin û dişewitin.

Li şûna ku dê şahiya nişana wî bihata li darxistin ji gundê wî ji bo wî û qurbaniyan denge şîn û girî bilind dibe.

Gundê herî zêde lê zirara canî çêbû Keleka Mêrdînê ye di şewatê de yek jê jin 10 kesan li wî gundî canê xwe ji dest da.

Bayê bê xem ê havînê ku çend roj berê agir bi can û bedenê Mezher Demîr xistibû niha jî li goristana gundê Kelekê yê Şemrexa Mêrdînê wekî gumanbarê ji kiriyara xwe poşman desmala bi kêlika gora wî ve ye nerme nerm dihejîne.

Desmala ku bi kêlika gora wî ve hatiye girêdan jî ala bêmiraziya wî ye.

Lewra eger ew tofan li ciwaniya wî ranebûba dê şahiya nîşaniya wî bihata kirin.

Lê şewata zeviyan gustîlka mirinê xist tiliyên wî û mirazê wî di çevên wî de ma û di şûna dengê def û zirneyan ji gundê wî dengên şîn û girî û zêmaran bilind dibin û digihijîn qebra wî.

“Min saet û hungulîska wî xistine deste xwe”

Mewlûde Demîrê dêya Mezher Demîr got:

“Îro nîşaniya wî bû. Min saeta wî û hungulîska wî xistine deste xwe.

Ev jî gomlegê Eşîr e. Di eydê stendibû min got wî xêr jê nedît ez dê li xwe bikim.

Ev jî kefiya Eşîr e li ber sondajê bû. Bêhna xwêdana wî jê tê.”

“Axê ji min pirtir ji Mezher hez kir û beriya min ew ji xwe re bir”

Xaltiya Mezher Demîr wiha behsa binaxkirina Mezher û şîna destgirtiya kir:

“Destgirtiya wî hat, dema kepçeyê ax diavêt ser gora Mezher, destgirtiya wî xwe diavêt ber digot `ji dêwla wî ve min têxin gorê.

Digot `bila Mezher nexin gorê, mirazê min û Mezher bi hev nebû.`

Digot `mirazê Mezher bi axa sar bû. Digot `mirazê min û Mezher li vê dinyayê bi hev nebû.`

Digot `qey axê ji min pirtir ji Mezher hez kir û axê beriya min ew ji xwe re bir.`”

Dema şewat ji gundê Tobinîyê dest pê dike şivanê Tobiniyê hewar dike ku wî rizgar bikie.

Mezher Demîr û birayê wî Eşîr jî di tev de 10 qurbaniyên ji gundê Kelekê bi hewara şivanê gundê cîran ve diçin.

Lê şivan jî di tev de ew di agir de asê dimînin û dişewitinin.

Niha cenazeyên her deh qurbaniyên ku hîn di bihara emrê xwe de bûn wekî remza karesatê û payîzeke zû hatî li kêleka hev hatine definkirin ku her yekek çîrokeke ji mirinê girantir li pey xwe hîştine.

“Eger ne miriba îro nîşana wî bû lê bû teziyeya wî”

Merivekî qurbaniyan got, “Eger ne miriba îro nîşana wî bû lê bû teziyeya wî.”

Merivekî din ê qurbaniyan jî sedema mirinan wiha anî ziman:

“Dema gêncên me ji bo şivan çûn, firtûna li gêncê me çêbû. Firtûneyê wan dorpêç kir û gêncên me şewitîn.”

Di encama şewata zevîyan de li gundê Tobinîyê 2 kes, li Herberê 3 kes, li Kelekê 10 kes bi giştî 15 kesan canê xwe ji dest da.

Li her sê gundan jî niha şîna mirîyan tê girêdan, dua ji birîndarên ku birinên wan xedar in re tên kirin.

“Agir ji ber elektrîkê derketiye”

Li gorî lêkolîna destpêkê ya Serdozgeriya Komarî ya Amedê şewat ji têlên elektirîkê derketiye û bi ba û bablîsokê re gur û belav bûye û li Mêrdîn û Amedê 15 hezar donim erde çandiniyê kimitandiye.

Niha li aliyekî tespîta zerar û ziyanan tê kirin li hêleke din jî lêpirsîna berfirehkirî dewam dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst