COLEMÊRG – Çiyager û jîngehparêz 3 rojan li xwezayê geriyan

24-06-2024
Mihemed Emîn Demir
Xwezaya Colemêrgê / Wêne: Rûdaw
Xwezaya Colemêrgê / Wêne: Rûdaw
Nîşan Colemêrg Geşt Xweza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Çiyager û jîngehparêz 3 rojan li xwezaya bedew û bêhempa ya Colemêrga Bakurê Kurdistanê geriyan.

Endamên Komeleya Kulûba Werzişê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê berê xwe da xwezaya sipehî ya Colemêrgê.

Endamên komeleya ku karên werzişvanî û jîngehparêziyê dike 3 rojan li zozan, çiya û xwezaya Colemêrgê geriyan.

Ew her hefteyê bi beşdariya kesên cuda çalakiyên geştyariyê dikin û ji bo parastina xwezayê bangî xelkê dikin.

“Mafê kesî nîne ku xwezaya me qirêjî bike”

Omer Demezê Serokê Komeleya Kulûba Werzişê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê bal kişand ser girîngiya paqijhiştina xwezayê û got:

“Em niha li Çiyayên Cîloyê li Geliyê Bihuşt û Dojehê ne.

Em bi salan e dibêjin, ji kerema xwe re dema hûn diçin, xwezayê qirêjî mekin.

Eger wiha berdewam bike, dê Cîloyên Hekariyê û Geliyê Bihuşt û Dojehê nemînin.

Mafê kesî nîne ku xwezaya me qirêjî bike. Paqijiya herî mezin, pîsnekirin e.”

“Hûn jî werin bibînin”

Mamosteyeke ku ji Wanê çûye nav xwezaya Colemêrgê jî wiha axivî:

“Merheba ji we re. Ez li Wanê mamoste me. Em bi Komeleya Gelî û Xwezayê re hatin Colemêrgê.

Colemêrg pir xweş e, hûn jî werin bibînin lê paqij bihêlin.”

Werzişvan, çiyager û jîngehparêzên beşdarî geştan dibin, bang li xelkê dikin û dibêjin hûn jî werin vê xwezaya xweşik bibînin.

“Em gelekî kêfxweş bûn li vê derê”

Geştyarekî ku ji Îzmîrê berê xwe daye Colemêrgê jî li ser geşta xwe wiha got:

“Em aniha li Cîloyê ne. Em li Geliyê Dojehê ne. Em gelekî kêfxweş bûn li vê derê.

Ez ji Îzmîrê hatim. Me berfedims çêkiriye, va ye hûn dibînin di destê hevalê de ye.

Em 3 rojan li Colemêrgê geriyan. Em çûne Berçelanê û hatin vê derê. Bila hemû kes were vê derê bibîne.”

Geştyarên ku çûn Zozanê Berçelanê û Çiya û Golên Cîloyê û çend cihên din, di nav xwezayê de ji jiyana rojane dûr demên xweş û bextewer derbas kirin.

“Geliyê Dojehê wekî bihuştê ye”

Geştyarekî din jî li ser bedewî û delaliya xwezaya Colemêrgê wiha axivî:

“Em di rojên dawî yên meha Hezîranê de ne. Ev der Geliyê Dojehê ye, her çiqasî jê re dibêjin ‘Geliyê Dojehê’ jî bi xwe cihekî wekî bihuştê ye.

Mirov pêl bi pêl tên vê derê. Li vê derê berf neheliyaye û ez pêşniyar dikim ku werin vê derê bibînin.”

Komeleya Kulûba Werzişê ya Gelî û Xwezayê ya Wanê, Nîsana 2012an bi armanca werziş û geştên xwezayî hat avakirin.

Komele her hefte li herêmên geştyarî û xwezayî yên Wanê geştekê dike û wê herêmê dide nasîn.

Ji gelek bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê çiyager, werzişvan û jîngehparêz beşdarî çalakiyên komeleyê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst