WAN - Li Erdîşê sibe mîtînga ziman tê lidarxistin

24-05-2024
RÛDAW
Nîşan Wan Erdîş Kurdî Mîtîng Cejna Zimanê Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Erdîşê ya Wanê ya Bakurê Kurdistanê, di çarçoveya çalakiyên Cejna Zimanê Kurdî de mîtînga ziman tê lidarxistin.

Li Wanê ji 10ê Gulanê ve di çarçoveya 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî de çalakî tên sazkirin.

25ê Gulanê jî dê li navçeya Erdîşê bi dirûşma “Her dem Kurdî her der Kurdî” mitînga ziman bê sazkirin.

Mitîng dê li Fener Alayiyê ya li Taxa Sahîl Kentê demjimêr 10.30an dest pê bike.

Mîtîng ji aliyê Komeleya Lêkolînên Ziman Çand û Hunerê ya Arsîsayê (ARSÎSA), Kovara Destarê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Partiya Herêmên Demokratîk (DBP), Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Platforma Ked û Demokrasiyê ya Wanê ve tê organîzekirin.

Saziyên ku mîtînga ziman organîze dikin roja Pêncşemê li navenda Erdîşê belavok belav kirin û xelk vexwendin çalakiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst