Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya navendî Xelîliye ya Riha ya Bakurê Kurdistanê mêrek ji aliyê dotmama xwe ya ku berî 3 mehan revandibû û bi hev re zewicîbûn ve bi çek hat kuştin.
Li Taxa Karşiyaka ya navçeya Xelîliye ya Rihayê F.D. ya 23 salî û hevjînê wê Yasîn D. yê 23 salî yên li cem yek ji xizmên xwe diman ji ber sedemeke nediyar nîqaş kirin.
Piştî ku nîqaş zêde bûn F.D bi çeka ku li malê bû teqe li hevjînê xwe Yasîn D. yê 23 salî kir.
Tîmên tenduristiyê yên ku li ser agahdarkirinê çûne cihê bûyerê diyarkirin ku Yasîn D. canê xwe ji dest daye.
F.D. ya ku piştî karên li Rêveberiya Polîsan hate kirin ji aliyê dadgehê ve biryara girtina wê hat dayîn.
Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatin girtin, Yasîn D. beriya 3 mehan dotmama xwe revand û piştre zewicîn. Malbatên ku berê ne li hev bûn, tevî hemû hewldanan nehatine cem hev.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse