Li Hesekê di êrîşeke dronî de belênderekî Amerîkî hat kuştin û 5 serbaz birîndar bûn

24-03-2023
RÛDAW
Nîşan Heseke
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê di encama êrîşeke dronî de belênderekê Amerîkayê hate kuştin û 5 serbaz û belênderekî din ên Amerîkayê jî birîndar bûn. Amerîka dibêje ev êrîş ji aliyê komên Îranî ve hatiye kirin, ji ber vê yekê, bi fermana serokê Amerîkayê, artêşa wî welatî bersîva êrîşê da û êrîşeke esmanî li Sûrîyê pêk aniye.

Wezareta Berevaniyê ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihand, roja Pêncşemê di êrîşeke dironê de li ser bingeheke leşkerî ya Amerîkî li Hesekê, belênderekî Amerîkî hat kuştin û 5 serbaz û belênderekî din ên Amerîkî jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên îstixbarata Amerîkayê, balafira bêmirov ji aliyê Îranê ve hatiye çêkirin.

Artêşa Amerîkayê wekî bersiva wê êrîşê da yekser êrîşên asmanî li dijî hejmarek komên çekdar li Sûriyê pêk anîn.

Wezîrê Berevaniyê Lloyd Austin di daxuyaniyekê de got “Li ser fermanên Serok Biden, min desthilat da fermandariya navendî ya hêzên Amerîkî îşev wê li rojhilatê Sûriyeyê li dijî baregehên ku komên girêdayî Hêzên Pasdarên Îranê bikar tînin êrîşeke berfireh pêk bînin.”

Wezîrê Berevaniya Amerîkayê ragihand “Êrîş bersiva êrîşa îro û zincîre êrîşên vê dawiyê yên li ser hêzên hevpeyman li Sûriyê ji aliyê komên girêdayî Pasdarên Şoreşa Îranê ve ye.”

Li gorî Wezareta Berevaniya Amerîkayê, armanca êrişê parastina hêzên Amerîkayê li herêmê ye û dibêje “Wek ku Serok Biden eşkere kir, em ê hemî tedbîrên pêwîst ji bo parastina gelê xwe bistînin û herwiha li cih û demeke ku em bi xwe destnîşan dikin bersivan bidin.”

Herwiha derbarê rewşa serbazên birîndar de Wezareta Berevaniya Amerîkayê da zanîn ku du serbaz li cihê bûyerê hatine dermankirin lê sê serbazên din û belênderê birîndar ji ber ku bi giranî birîndar bûne ji bo bingekeheke tendirûstî ya li Iraqê hatine veguhestin.

Berdevkê Wezareta Berevaniyê Philip Ventura ji Rûdawê re ragihand: “Tenduristiya serbaz û belênderê birîndar ku ji bo Iraqê hatine veguhestin baş e.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst