Li Agiriyê otobûs û kamyonet li hev qelibîn: 11 kes birîndar bûn

24-01-2024
RÛDAW
Nîşan Agirî Qeza Birîndar
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tutaxê ya Agiriya Bakurê Kurdistanê otobûs û kamyonetek li hev qelibîn û 11 kes birîndar bûn.

Otobûsa rêwiyan a ku şofêrê wê Ş.A. û kamyoneta ku şofêrê wê M.Ç. li Xaçerêya Suvarê ya Tutaxê li hev qelibîn.

Paşê otobûs li dîregê lewhaya rê qelibî û sekinî.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê qezayê.

Di qezayê de 10 rêwî birîndar bûn.

Tîmên tendursitiyê birîndar bi ambulansan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Tutaxê.

Ji birîndaran 6 kes rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Agiriyê û yên din jî birin Nexweşxaneya Dewletê ya Patnosê.

Hat ragihandin rewşa birîndaran baş e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst