Bihakirina mazotê dê bandorê li çandiniyê bike: ‘Mazot heye lê têra cotkaran nake’

23-09-2023
Hisên Omer
Xwediyê projeyeke çandiniyê Hatim Şêxê
Xwediyê projeyeke çandiniyê Hatim Şêxê
Nîşan Rêveberiya Xweser Mazot Cotkarî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê û bakurê rojhilatê Sûriyeyê bihakirina nirxê mazotê ji aliyê Rêveberiya Xweser ve dê bandorê li çandiniyên havînî yên li herêmê bike.

Ji bo avdana baxçeyan, cotkaran mazot ji bazara azad bi hezar û 700 lîreyên Sûriyeyî dikirîn lê niha lîtreya mazotê bi bihayê nû bûye 4 hezar û 50 lîreyên Sûriyeyî.

Li gorî zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê ji çend çavkaniyan ji herêmê wergirtine, Rêveberiya Xweser beşeke mazotê dide cotkarên ku berhemên havînî diçînin lê ew beş têra zeviyên wan nake.

Çavkaniyekî ji Rûdawê re da zanîn ku îsal ji destpêka meha Tebaxê ve, cotkaran tevî ku dema herî pêwîstî bi avdanê heye mazot wernegirtiye. Lewma zerereke mezin gihîştiye cotkaran.

Heman çavkaniyên ji Rûdawê re da zanîn ku niha piraniya cotkaran ji mazotê bêhêvî bûne lewma berê xwe didin bikaranîna enerjiya rojê lê mesrefa wê li ser cotkaran pir giran e.

Hatim Şêxê xwediyê projeyeke çandiniya pemboyê ye, wî ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got ku Rêveberiya Xweser derdora nîvê pêwîstiya cotkaran mazotê ji bo çandiniyê havînê dide.

“Mazot heye lê gelekî kêm e û têra cotkaran nake”

Xwediyê projeyeke çandiniyê Hatim Şêxê li ser rewşê got:

“Ji bo çandiniya havînî mazot heye lê gelekî kêm e û têra cotkaran nake, bi qasî derdora ji sedî 50 heye.

Ji ber wê jî tê gotin berhemê havînê nîne, kêm e û têra wan nake.”

Li gorî Rêveberiya Çandiniyê ya Wezareta Çandiniyê ya Hikûmeta Sûriyeyê, di havîna sala 2023yan de,  5288 hektar zevî bi 11 corên şênkatiyên havînî li herêma Cizîrê ya Rojavayê Kurdistanê hatibûn çandin.

Bi bihakirina nirxê mazotê, ev rûbera çandiniyê dê kêm bibe û rêjeya berhemên cotkaran jî dê kêm bibe.

Mesrefa çandiniyê dê zêde bibe, ev yek jî dê bihêle ku bihayê berhemên çandiyên havînî li bazarên Rojavayê Kurdistanê bilind bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst