Hewlêr (Rûdaw) - Li gundê Mezin, li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê, li nav zeviyeke zeytûnan termê welatiyekî Kurd bi navê Ridwan Ebdulrehîm Henan hat dîtin.
Li gorî çavkaniyên taybet ên Tora Medyayî ya Rûdawê ji Efrînê, roja yekşemê 22ê tebaxê li gundê Mezin ê herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê termê welatiyekî sivîl ê Kurd, destgirêdayî di nav zeviyekê de hat dîtin ku hatibû îşkencekirin.
Li gor agahiyan, berê kêşe di navbera Ridwan Ebdulrehîm Henan û hêzeke çekdar de derketibû, ji ber ku bi zorê xaniyê wî jê standibûn, piştî ku xaniyê xwe ji wê hêza çekdar standî, kuştî hat dîtin.
Tora Medyayî ya Rûdawê, pêwendî bi çend çavkaniyên agahdar ji wê navçeyê kir û zanyarî derbarê vê bûyerê de wergirt.
Li gorî wan çavkaniyan, welatiyê ku termê wî hatiye dîtin, Ridwan Ebdulrehîm Henan e û 50 salî ye. Ew ji gundê Mezin ê Efrînê ye. Roja yekşemê, 22ê Tebaxê, di nav zeviyeke zeytûnan de kuştî hatiye dîtin. Termê wî destgirêdayî û bi şûna îşkencedanê hatiye dîtin.”
Her li gorî çavkaniyên Rûdawê, Mutaz Ebdula fermandeyê Ketîbeya el-Xab dest danîbû ser vîla welatî Ridwan Henan. Ketîbeya el-Xab ser bi Fîrqeya el-Hemze ye, bi fermandariya Seyf Polad e. Mutaz Ebdulam ku niha girtî ye,hin alîkarên xwe di nav vîlayê de niştecî kiribûn.
Ji encama gilî, welatî Ridwan Menan vîla xwe ji çekdarên Hemzat vegerandibû. Piştî vegerandina vîla wî bi demekê, termê wî li nav zeviyên zeytûnan hatiye dîtin.
Parêzer û yasanas Xakî Xûbarî ji Rûdawê re amaje bi wê yekê kir ku “Tirkiye li gorî yasaya navdewletî dagîrker e li Efrînî û parastina jiyana xelkê navçeyê ji wê tê xwestin.”
Ev bûyera kuştinê li gundê Mezin piştî wê yekê tê, ku grûpa el-Hemzat, Mutaz Ebdulla, ku li wî gundî desthilatdar bûm destgîr kiribû û fermandarekî nû destnîşan kiribû. Fermandarê nû seredana wan gundan kiribû û sozdabû ku sitema li xelkê tê kirin rawestîne.


