Li Urmiyê rojane 2 hezar û 800 ton gilêş tê binaxkirin

23-07-2023
Nebîl Omer Yûsif
Nîşan Urmiye Gilêş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Urmiyeyê ya Rojhilatê Kurdistanê rojane 2 hezar û 800 ton gilêş tê komkirin û ji ber nebûna kargeheke jinûvebikaranînê bi awayekî bêserûber tê binaxkirin.

Cîgirê Parêzgarê Urmiyê ji bo karûbarên xizmetguzarî û avakirinê Yasir Rahburdin ragihand, “Rojane zêdetirî 2 hezar û 800 ton gilêş li seranserî parêzgeha Urmiyê tê komkirin û bi awayekî bê serûber tê binaxkirin.”

Yasir Rahburdin dibêje, “Ji ber nebûna kargehên jinûve bikaranînê, beşeke mezin a erdên parêzgehê bi gilêşê qirêj bûye ku bandoreke mezin li ser jîngeha derdora bajaran dike.”

Yasir Rahburdin hişyarî da û got, “Eger binaxkirina gilêşê wiha berdewam bike û çareseriyek neyê peydakirin, heta 20 salên din cihekî ku tê de gilêşê binax bikin namîne.”

Li gor serjimêriya Navenda Amaran ê Îranê ya sala 2021an, 3 milyon û 445 hezar û 500 kes li parêzgeha Urmiyê dijîn ku ji wan milyonek û 702 hezar û 500 jin û milyonek û 743 hezar jî mêr in. Ji wan 2 milyon û 308 hezar û 500 kes li bajaran, milyonek û 137 hezar jî li gundan dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst