HPG: Endama me ya ji Orduyê jiyana xwe ji dest da

23-06-2023
RÛDAW
Nîşan PKK HPG Xakurk Herêma Kurdistanê Kadriye Tetîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Navenda Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku gerîlaya wan a ji herêma Deryaya Reş Kadriye Tetîk a bi nasnavê "Asya Kanîreş" li herêma Xakurkê jiyana xwe ji dest daye.

Baskê çekdar ê PKKê, Hêzên Parastina Gel (HPG) nasnameya 3 endamên xwe yên ku di 15ê Hezîranê de li herêma Xakûrkê ya Herêma Kurdistanê jiyana xwe ji dest dabûn, aşkere kir.

Li gor daxuyaniyê, roja 15ê Hezîrana îsal di şer û pevçûneke ligel leşkerên Tirkiyê sê endamên wan ên bi navên Kadriye Tetîk a bi nasnavê “Asya Kanîreş” a ji Orduyê, Thomas Johann Spiess ê Alman ê bi nasnavê “Azad Şerger” û Diyako Seîdî yê ji Sine ya Rojhilatê Kurdistanê bi nasnavê “Koçer Medya” jiyana xwe ji dest dane.

Li gor daxuyaniyê, Kadriye Tetîk sala 2015an tevli refên PKKê bûye, perwerdeya leşkerî ya suîqestê wergirtiye û paşê tevli refên “Hêzên Taybet” ên PKKê bûye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst