Çîroka sekeftina keça ji Rojavayê Kurdistanê: Ji kampê heta beşa pizîşkiyê

23-06-2023
Huner Reşîd
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Lava Muhsîn Kampa Domîz
A+ A-

Duhok (Rûdaw) - Keçeke ji Rojavayê Kurdistanê ku li Kampa Domiz a Duhokê dijî, bi pileya yekem çû beşa pizîşkî ya Zanîngeha Duhokê û havînê di dema betlaneyê de wek xwebeşane dersê dide zarokan.

Lava Muhsin keçeke 19 salî ye û ji bajarê Dêrika Hemko yê Rojavayê Kurdistanê ye. Çar xwişk û sê birayên wê hene û ew bi xwe xwişka biçûk e. Lava îsal pola duyem a koleja pizîşkê qedand û derbasî pola sêyem bû. Lava dema ku di pola 12an de bû pileya wê ya 100 bû û li ser asta Herêma Kurdistanê de pileya yekem bi dest ve anîbû.

Lava Muhsin dibêje “Min di pola 12an de planek ji bo xwe danîbû ku divê ev 100 bînim. Min xwend û zor da xwe. Îrade û israra min hebû heta ku min karibû 100 bînim. Ez li Duhokê û Herêma Kurdistanê yekem derketim. Min diviyabû ez beşa pizîşkî bixwînim û niha ez beşa pizîşkî bixwînim. Min pola 2yem xelas kir ber bi pola sêyem ve diçim. Hêviya min ew e ku ez xwe her û her xwe pêş bixim “

Lava dixwaz ew şiyana ku li ser wê heye li derdora xwe jî belav bike.  Niha, di dema betlaneya havînê de, wê ji bo çend zarokan wek mamosteyek xwebexş kursên bihêzkirinê vekiriye.

Keça xwebeş a ji Rojavayê Kurd Lava Muhsîn got jî “Nina zanîngeha min bûye betlane. Di vê betlaneyê de min tiştek baştir nedît ji bilî ku ez alîkariya van qutabiyan bikim ku bêhtir fêrî xwendinê bibin. Nihe ez dersa Erebî didim bi grûpeke xwebexş re.”

Lava zêdetirî nîvê jiyana xwe li kampa penaberan a Domiz jiyaye. Di gelek rojên dijwar re derbas bû heta ku karîbû li kolêja pizîşkî bixwîne.

Lava Muhsin anî ziman "Ev de Kampa Domîz e. Ji 2012an ve em hatine Kampa Domîz û em li vê derê dijîn. Nêzikî 11 sal e, di van 11 salan de me gelek xweşî, nexweşî, zehmetî, ne zehmetî lê vê derê bihûrandin. Di destpêkê de em em çend sal di nav konan de bûn, paşê rewşa me çêtir bû. Lê hema her zehmetiya kampê heye, ji aliyê av, elektrîkê ve gelek tiştên wê yên kêm hene. Lê dîsa jî em her tim berdewman in û hewl didin jiyana xwe berdewam bikin.”

Li seranserê parêzgeha Duhokê 5 kampên penaberan ên Rojavayê Kurdistanê hene û ji 11 hezar û 115 malbatan 53 hezar û 189 kes lê dijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst