Li Mûşê 2 kargeh elektrîka xwe ji tavê berhem tînin û ya zêde jî difiroşin

23-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Mûş Bakurê Kurdistanê Eelektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Bakurê Kurdistan projeyên berhemanîna enerjiya paqij roj bi roj zêde dibin, li Mûşê 2 kargeh elektrîka xwe ji tavê berhem tînin û ya zêde jî difiroşin û dahatekê bidest dixin.

Li Bakurê Kurdistan projeyên berhemanîna enerjiya kesk û jîngehdost roj bi roj zêde dibin.

Li parêzgeha Mûşê xwediyên 2 kargehên berhemanîna plastîk û pîrketan li ser banê kargehên xwe panelên tavê danîne û elektirîkê berhem tînin.

Yek ji xwediyên wan kargehan dibêje, em dikarin bi qasî 2 qat pêdiviya xwe ya elektirîkê bifiroşin kompanyayên dabeşkirina elektirêkê. Xerciya her yek ji wan projeyan bi qasî 3 milyon û 500 hezar lîreyên Tirkî wate nêzîkî 145 hezar dolarî ye.

Şirîkê Kargeha Berhemanîna Plastîkê, Masum Ozdemîr dibêje, “Projeya me ji aliyê Saziya Geşedana Gundewaran û Çandiniyê ve hat pesend kirin. Cerciya enerjiyê ya kargeha me gelekî zêde bû. Ev proje bo me wekî derman bû û sûd gihand me. Projeya me niha çalak e. Niha berhemanîna me berdewam e.”

Xwediyên van herdû kargehan ji vê projeyê kêfxweş in. Ji ber ku niha hem elektirîka kargehên xwe dabîn dikin, hem jî ya zêde difiroşin û ji wê derê jî dahatekê bidest dixin.

Kordînatorê Mûşê yê Saziya Geşedana Gundewaran û Çandiniyê, Bunyamin Sunen dibêje: “Dema em  li sûda wêstgehên berhemanîna elektirîkê yên tavê û enerjiya nû bo kargehên me dinêrin; kargehên me piraniya pêdiviya xwe ya enerjiyê dabîn dikin.  Dikarin hevahengiyê ligel saziya dabeşkirina enerjiyê  ya vê derê jî bikin. Herwiha dikarin bi qasî 2 qat pêdiviya xwe ya elektirîkê  bifiroşin  kompanyayên dabeşkirina elektirêkê û ji wê derê jî dahatekê bidestbixin.” 

Xerciya vê projeyê bo her kargehek ji van 3 milyon û 500 hezar lîreyên Tirkî wate nêzîkî 145 hezar dolar bû, lê ji sedî 65ê wî pereyî wek piştevaniya bê beramber ji aliyê dewletê ve hatiye dayîn.

Li gor amarên Saziya Geşedana Gundewaran û Çandiniyê ya  Mûşê di sala 2022an de 16 kesan projeyên cûda yên berhemanîna enerjiya pêşkêşî wan kirine û 11 ji wan projeyan  hatine pesend kirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst