Alma Ata (Rûdaw)- Rewşenbîr, nivîskar û karsazê kurd, Ezîzê Ziyo Bedirxan, ji bo hilbijartinên Serokomariya Kazakistanê wekî “Kesê Pêbawer ê Nazarbayev” hate hilbijartin.
26ê Nîsanê li seranserê Kazakistanê ji bo serokomariyê hilbijartin pêk tê.
Ji bo çavdêrî, ewlekarî û tendirustiya hilbijartinan li gelek bajaran hinek kes hatine hilbijartin. Ew kes wekî 'Mirovên Pêbawer ên Serokomar Nûr Sultan Nazarbayev' hatine destnîşankirin.
Ji bo vê yekê li bajarê Alma Atayê jî 50 kes hatine hilbijartin û destnîşankirin. Di nav van 50 kesan de tenê kurdek heye, ew jî Ezîzê Ziyo Bedirxan e ku ji hêla kurdên Kazakistanê ve wekî mirovekî dilsoz, kurdperwer û nandayî tê naskirin û payekirin.
Ji ber vê xebatê Ezîzê Ziyo Bedirxan gelek caran beşdarî çalakî û xebatên hilbijartinan dibe. Wisa diyar e ku vê carê jî Nazarbayev bi rêjeyeke mezin dibe Serokomarê Kazakîstanê.
Ezîzê Ziyo Bedirxan xwediyê van pirtûkan e:
1- Kurdistana Sor (rûsî, tirkî) kurdî jî amade ye û li ber çapê ye.
2- Çêlovek Legenda: Barzanî (Mêrê Mêrxas: Barzanî) Bi rûsî.
3- Kurdên Kazakistanê.
Ezîzê Ziyo Bedirxan yek ji wan kurdan e ku malbata wan sala 1944ê bi Fermana Stalîn ji Gurcistanê ber bi Kazakîstanê ve hatine sirgunkirin.
Ezîzê Ziyo Bedirxanê ku salên dûvedirêj bi kar û barên kurdên Kazakistanê re radibe, li Moskovayê ligel gellek rewşenbîr û akademîsyenên wekî Mihemedê Silo Babayev, Nadir Nadirov, Kinyazê Îbrahîm, Yûra Nebiyev, Mihemedê Mecîd, Wekîl Mûstafayev, Şerefê Eşîr û Îşxanê Aslan beşdarî gelek çalakî, konferans û semîneran li ser kurdan bûye û hewl daye ku kurd bigihêjin mafên xwe yên rewa.
Her wiha Ezîzê Ziyo gelek caran li Kazakistanê gund bi gund geriya ye û ji malbatên kurd xwestiye ku pasaportên dewletên jê hatine biçirînin bavêjin û ji dewleta Kazakîstanê bixwazin ku di pasaportên wan de 'kurd' binivîsin. Bi saya serê vê xebata wî bi sedan kes pasaportên xwe nû kirin ku tê de kurd hatiye nivîsandin.
Bavê Ezîz, Zîyoyê Bedirxan beşdarî Şerê Cîhanê yê Duyemîn kiriye û di nava Artêşa Sor a Sovyeta Sosyalîst de heta Berlînê çûye û li dijî Hîtler şer kiriye. Apê Ziyo di şer de birîndar dibe û birayekî wî jî ji şer venagere.


