PWK: Em Mansûr Yavaş şermezar dikin

23-03-2025
RÛDAW
Nîşan Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Mansur Yavaş Alaya Kurdistanê Baroyên Bakurê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Partiya Welatparên Kurdistanê (PWK) ji di daxuyaniyekê de got, “Em Mansûr Yavaşê ku ji Alaya Kurdistanê re got paçik’ şermezar dikin.”

Serokê Şaredariya Bajarê Mezin a Enqereyê Mansûr Yavaş doh ji Alaya Kurdistanê re gotibû “paçik” her wiha piştî wê gotina wî baroyên bajarên Wan, Şirnex û Amedê yên Bakurê Kurdistanê dijî Mansûr Yavaş doz vekiribûn.

PAKê jî bi daxuyaniyekê amaje bi gotinên Yavaş kir û got:

Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş, di axaftina xwe ya di mîtînga Saraçhaneyê de ku ji bo piştgiriya Şaredarê ÎBByê Ekrem Îmamoglu yê hatî binçavkirin hatibû lidarxistin got, Doh li cihekî rojhilatê, li gorî min alên paçik dihatin hejandin, dema ku polîsan ji kesên ku çûn wê mîtîngê re şekirê pemboyî didan, ez mudaxeleya li vir rast nabînim. Em ji hêzên ewlehiyê hêvî dikin ku li vir jî şekirê pemboyî pêşkêşî ciwanan bikin.’

Mansûr Yavaş, bi vê gotin û helwesta xwe, nîşan da ku wî nikarîbû kîn, nefret û hestên xwe yên nijadperest hem li dijî Alaya Kurdistanê, hem jî li dijî gelê me yê ku Newrozê li Şirnexê bi coşeke mezin pîroz dikir veşêre.

“Alaya Kurdistanê nirxeke neteweyî ye”

Wekî din, wî ev yek di nav çavên bi hezaran Kurdên ku di mîtînga Sarçhaneyê de bûn de got.

Diyar dibe ku ev hişmendiya nijadperest a ku mafê Kurdan înkar dike neguheriye û dê neguhere.

Em Şaredarê Bajarê Mezin ê Enqereyê Mansûr Yavaş ê ku ji Alaya Kurdistanê re, ku sembol û nirxê hevpar ê gelê Kurdistanê ye, got ‘paçik’ û tehemûlî pîrozbahiya Newrozê ya gelê me nekir, şermezar dikin.

Alaya Kurdistanê nirxeke neteweyî, erdnîgarî û welatparêzî ya hemû Kurd û Kurdistanîyên li cîhanê ye.

Alaya Kurdistanê di heman demê de alaya fermî ya Herêma Federe ya Kurdistana Îraqê ye ku ji aliyê hemû dewletên cîhanê, di nav de Dewleta Federe ya Îraqê û Komara Tirkiyeyê, bi awayekî fermî tê naskirin.

Di serî de gelê Kurdistanê, em bang li hemû parêzvanên mafên mirovan ên Tirkiyeyê dikin, yên ku alîgirê edalet, azadî, demokrasî û wekheviyê ne, yên ku ji nijadperestiyê re dibêjin na ku li dijî vê gotina nijadperest a Mansûr Yavaş dengê xwe bilind bikin û protesto bikin.’’

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst