Hewlêr (Rûdaw) - Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) li ser wan vîdeoyan daxuyaniyek belav kir ku tê de sivikatî bi sembolên Kurdan tê kirin.
YPJyê êrişa li ser wêneyên şehîdan wekî "sûcekî exlaqî û neteweyî" bi nav kir.
Her wiha YPJyê xwest ku berpirsên vê bûyerê werin cezakirin.
Doh vîdeoyek belav bûbû û hatibû gotin ku ew dîmen li taxa Xiwêranê ya bajarê Hisîçayê hatine girtin.
Di wan vîdeoyan de sivikatî bi wêne û sembolên Kurdan tê kirin.
Wêneyên Abdullah Ocalan, alên partiyên siyasî yên Kurd ên li Rojavayê Kurdistanê û her wiha alên Birêvebiriya Xweser hatine dirandin.
Di dîmenan de tê dîtin ku hinek kesên ku êrişî sembolan dikin, alan û wêneyan dixin bin pêyên xwe û diavêjin nav çopê.
Ev sivikatî ne tenê li hemberî alan tê kirin di heman demê de sivikatî bi wêneyên şehîdên HSDyê û şervanên jin jî tê kirin.
"Ev êrişek e li dijî rûmeta gel"
YPJyê li ser vê mijarê daxuyaniyek belav kir û ev kiryar wekî "êrişeke li dijî rûmet û nirxên gel" pênase kir.
Berdevka YPJyê Roksan Mihemedê di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku ev karên "bêexlaq" ên kesên li derveyî qanûnê, binpêkirineke eşkere ya baweriya civakê ye û got:
"Şehîdên me sembolên têkoşîn, rûmet û azadiyê ne. Wan bi canê xwe ax, edalet û wekheviya zayendî parast.
Êrişa li ser van sembolan, êrişa li dijî hemû jinan e ku ji bo azadiyê têkoşiyane."
Bangî hikûmetê kirin
YPJyê di daxuyaniya xwe de bangî hikûmeta Sûriyeyê, Parêzgarê Hisîçayê û hêzên ewlehiya navxweyî kir ku berpirsyariya xwe bi cih bînin û got:
“Em dixwazin kesên ku ev êriş pêk aniye werin dîtin û cezakirin. Ceza û hesabpirsîna ji van kesan, dê bibe pîvanek ji bo cidiyeta parastina mafan û rêzgirtina li nirxên civakî."
YPJyê her wiha diyar kir ku ew dê li hemberî van kiryaran bêdeng nemînin û got:
"Ev êriş dê me ji domandina rêya têkoşînê, parastina mafên jinan û parastina mîrateya şehîdên xwe bi paş ve nexe."


.webp&w=3840&q=75)