Serokê Herêma Kurdistanê spasiya Balyozê Brîtanyayê kir

23-02-2025
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Brîtanya Herêma Kurdistanê Stephen Charles Hitchen
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi wesîleya bidawîhatina erkê wî, Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê Stephen Charles Hitchen pêşwazî kir.

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di hevdîtinê de "Nêçîrvan Barzanî spasiya hewlên Balyozê Brîtanyayê yên ji bo xurtkirina pêwendiyên Brîtanya û Îraq û Herêma Kurdistanê kir û rola wî ya di xurtkirina hevkariyên hevbeş ên di hemû waran de bilind nirxand û hêviya serkeftinê ji bo erkê wî yê nû xwest."

Stephen Charles Hitchen Adara 2023yan wekî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê dest bi kar kiribû, 2 salan nûneriya welatê xwe li Îraqê kir.

Li gorî daxuyaniyê, Balyozê Brîtanyayê spasiya hevkariya hikûmet û gelê Herêma Kurdistanê diyar kir û dubare kir ku welatê wî dê piştgiriya xwe ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê di hemû waran de bidomîne.

Stephen Charles Hitchen beriya ku wekî Balyozê Brîtanyayê yê Îraqê were destnîşankirin, Rêvebirê Dezgeha Dijterora Brîtanyayê bû.

Beriya wê jî, di navbera salên 2016-2019an de Rêvebirê Ewlehiya Niştimanî ya Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bû.

Di navbera salên 2013-2016an de jî li Emana paytexta Urdinê Şêwirmendê Karûbarên Herêmî yî Brîtanyayê bû.

Balyoz di navbera salên 1996-2004an de li Wezareta Parastinê ya welatê xwe kar kiriye û 18 mehan perwerdehiya fêrbûna zimanê Erebî wergirtiye.

Pêwendiyên Brîtanya û Îraq û Herêma Kurdistanê û çend mijarên din ên hevbeş, mijareke din a hevdîtinê bû. Konsulê Giştî yê Brîtanyayê yê Herêma Kurdistanê jî di civînê de amade bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst