Karmendên Rêveberiya Xweser tên perwerdekirin: Dê mafên welatiyan biparêzin

23-02-2024
RÛDAW
Karmendên Rêveberiya Xweser tên perwerdekirin
Karmendên Rêveberiya Xweser tên perwerdekirin
Nîşan Rêveberiya Xweser Perwerde
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê xulên perwedekirina karmendên Rêveberiya Xweser a di warê awayê birêveberina kar û saziyan de didomin.

Hevserokê Ofîsa Rahênan û Perwerdekirinê Elî Ebdurehman anî ziman:

“Ofîsa Rahênan û Perwerdekirinê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xula çaremîn ji bo Rêveberiya Xweser vekir. Vê xulê ji bo rahênan û perwerdekirina karmendan mehekê berdewam kir.

Karmend li ser pirsên hevserokatiyê û plandanîna stratejîk û dîwan û sîstema pêwendiyan, pirsgirêkên darayî û yasaya girêbestan hatin perwerdekirin.

Armanca vê ew e ku em karmendên Rêveberiya Xweser bi pêş bixin.”

Di vê çarçoveyê de Hevseroka Encûmena Gelan a Kantona Dêrezorê Duha Salihê behsa girîngiya Peymana Civakî kir.

Hevseroka Encûmena Gelan a Kantona Dêrezorê Duha Salihê jî got:

“Di çarçoveya Peymana Civakî de ku dê li Dêrezorê ji bo me bibe rênîşander ji karê siyasî û rêkxistina saziyên Rêveberiya Xweser re em karê xwe dikin.

Cara yekem e Dêrezor û Reqa dibin kanton, di encamê de jî çend encûmen wek encûmenên jinan û malbatên şehîdan hatin damezrandin ku mafên welatiyan bên parastin.”

Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, piştî ku pesendkirina Peymana Civakî ya ji aliyê Encûmena Gelan ve bernameya Rêveberiyeke Xweser a nû tê danîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst