Bi gotina xwe ya ‘Feqîrno’ bûbû rojev: Niha ji AK Partiyê namzet e

23-02-2024
RÛDAW
Nîşan Riha Feqîrno Mehmet Salîh Saraç
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Şaxa Ciwanan a AK Partiyê ya Rihayê Salîh Saraçê ku bi gotina xwe ya “Feqîrno” bûbû rojev bûye berbijêrê AK Partiyê yê meclîsa şaredariya navçeya Xelîliyê.

Li gorî nûçeya Arti Gerçekê, Mehmet Salîh Saraç dema ku Serokê şaxa Ciwanan a AK Partiyê ya Rihayê bû di jakuziyekê de dîmen girtibû û gotibû, “Feqîrno! min aciz nekin.”

Dîmenê Saraç di demeke kurt de bû rojev û wî ji erka xwe ya serokatiya şaxa ciwanan îstifa kiribû.

Mehmet Salîh Saraçê ku bi wan dîmenan hat nasîn di hilbijartinên 31ê Adarê de, wekî berbijêrê AK Partiyê yê meclîsa navçeya Xelîliyê ya Rihayê hat ragihandin.

Saraç ji bo dîmenê ku bûye rojev got, “Min dîmen bi grûpeke hevalên xwe re parve kiribû.”

Saraç derbarê kesê ku dîmen parve kiriye de gilî tomar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst