Li Til Temir şer û pevçûn germ bûne (Hat nûkirin)

23-02-2015
HUSÊN OMAR
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- Çekdarên DAIŞê êrişî nahyeya Til Temir (Girê Xurma) li rojavayê Kurdistanê kirin û niha şerekî giran di navbera wan û şervanên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) de berdewam dike.

Çavkaniyeke taybet ji bajarê Til Temir ji Rûdawê re ragihand: “Îro derdora seat 03:30 bi dema Qamişlo çekdarên DAIŞê êrişî Til Temir kirin û şer û pevçûn di navbera wan û YPGê de derket û heta niha ew şer berdewam dike.”

Heman çavkanî wiha got: “Di encama wî şerî de heta niha 20 birîndarên YPGê hene û hawanek li navenda asayîşa Til Temirê ketiye, lê ti ziyanek derneketine.”

Herwiha li gorî wan agahiyan, niha şervanên YPGê niha ji Til Temirê ve bi tankan çekdarên DAIŞê topbaran dikin.

Li gorî jêdera Rûdawê, “Çekdarên DAIŞê niha tenê 1 km dûrî Til Temirê ne û ji ber şer û pevçûnan rêya di navbera wê nahyeyê û bajarê Serê Kaniyê ji aliyê DAIŞê ve hatiye girtin û tenê rêya di navbera wê û bajarê Qamişlo de vekiriye.”

Li gorî heman çavkaniyê, “Çekdarên DAIŞê bi top û hawanan bajarê Til Temir topbaran dikin û ev yek bûye cihê dilgiraniya xelkê wî bajarokî ku hinek ji nişteciyan ji malên xwe derketine. “

Çavkaniyê eşkere kir ku, “Çekdarên DAIŞê û xelkê gundê Gêbişê ku ereb in ji gundê navborî dest bi êrişa li ser devera Til Temir kirine.”

Herwiha balafirên hevpeymaniya navdewletî hinek cih û çeperên çekdarê DAIŞ li deverê bombebaran kirine.

Nahyeya Til Temir dikeve bakurê rojavayê bajarê Hesekê, ku dikeve navbera Hesekê û Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê de.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst