Şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike

22-11-2019
RÛDAW
Nîşan Rêbwar Teha Petrol Budce Herêma Kurdistanê Hikûmeta Federal Iraq Hewlêr Bexda
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke Herêma Kurdistanê sibê li ser pirsên petrol û budceyê serdana Bexdayê dike û Rêbwar Teha jî dibêje, hikûmeta federal ew piştrast kirine ku careke din mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve neyên birîn.

Cîgirê Serokê Komîteya Petrol, Gaz û Samanên Sirûştî ji Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) li Parlamentoya Iraqê, Rêbwar Teha, beşdarî bûltena nûçeyan a Rûdawê bû û derbarê peywendiyên Hewlêr û Bexdayê di mijara petrol û budceyê de, ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê gavên baş avêtina bo ku peywendiyên li gel Bexdayê bên pêşxistin û muameleke tendurist di mijarên petrol û budceya giştî ya Iraqê de bê kirin.”

Rêbwar Teha dibêje, “Hikûmeta federal ew piştrastî daye me û em jî xelkê Kurdistanê, taybetî jî fermanberan û mûçexuran piştrast dikin ku careke din mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê ji aliyê Bexdayê ve nayên birîn. Hevdem hevnêzîkbûneke temam di navbera herdu hikûmetan de heye, hikûmeta birêz Adil Ebdûlmehdî û hikûmeta Herêma Kurdistanê, kak Mesrûr Barzanî û stafa wî, ev jî cihê dilxweşiyê ye û pêngavên baş jî tên avêtin. Dikarim bibêjim, nermiyeke temam ji aliyê Herêma Kurdistanê ve nîşanî Bexdayê hatiye kirin ku ew dixwazin di çarçoveya yasayî ya budceyê de miamele li gel Bexdayê bê kirin bi radestkirina 250 bermil rojane bo SOMOyê û li beramber jî Bexda mûçeyên fermanberan terxan bike.”

Li gor gotinên wî endamê fraksiyona YNKê li parlamentoya Iraqê, biryar e sibê şandeke Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê bike û diyar dike ku di civînên wê şandê yên li gel Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdûlmehdî û çendîn wezîrên din de, dê pirsên petrol û budceyê bên gotûbêjkirin.

Nûnerê Himûmeta Herêma Kurdistanê li Bexdayê, Faris Îsa, berî niha jî ji Rûdawê re ragihandibû ku hefteya bê şandeke  Hikûmeta Herêma Kurdistanê serdana Bexdayê dike û diyar kiribû ku ew şand ji Wezîrê Darayî û Aborî, Serokê Dîwanê Encûmena Wezîran, Wezîrê Herêmê, pêk tê. Faris Îsa gotibû ku ew jî weke Serokê Nûnertiya Herêma Kurdistanê li Bexdayê, amade dibe û tekez kiribû ku ew şanda Kurdistanê dê li gel serokwezîrê Iraqê û Wezîrê Darayî yê wî welatî bicive.

Berî destpêkirina xwepêşandanên Iraqê di roja 25.10.2019an de, biryar bû şanda Herêma Kurdistanê bo babetên budce û pirsên din ên rawestiyayî di navbera Hewlêr û Bexdayê de, serdana Bexdayê bike, lêbelê ji ber xwepêşandanan, hikûmetê şandina reşnivîsa yasaya budceya sala 2020an a Iraqê bo parlametoya wî welatî, paş xist û serdana wê şanda Herêma Kurdistanê bo Bexdayê jî paş ket.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst