Keçeke Kurd a Êzidî li Rihayê girtî ye: 'Em ji Nêçîrvan Barzanî alîkariyê dixwazin'

22-10-2024
RÛDAW
Wêne: Rûdaw Grafîk
Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan Asya Kemal Kurd Êzidî Riha DAIŞ Kemal Çeto
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keçeke Kurd a Êzidî ya ku ji aliyê DAIŞê ve hatibû revandin li girtîgeheke parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê hat dîtin.

Bavê wê çû girtîgehê û got Tirkiye ji bo rizgarkirina keça wî ji Îraqê belgeyan dixwaze.

Asya Kemala ku yek ji keçên Kurd ên Êzidî ye ku li Şingalê bi malbata xwe re 2014an ketibû destê DAIŞê.

Demekê dirêj çarenivîsa Asyayê ne diyar bû lê beriya demekê bi malbata xwe re dîsa pêwendî danî ku li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê.

Asya berî 6 mehan li Rihayê hat girtin û heta niha di girtîgehê de ye.

Bavê wê Kemal Çeto ku penaberî Awistralyayê bûbû, piştî ku pêwendi bi keça xwe re danî vegeriya Herêma Kurdistanê û ji wir jî çû Rihaya Bakurê Kurdistanê.

Kemal Çeto nêzikî 2 mehan e li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hewl dide keça xwe rizgar bike û wê vegerîne lê heta niha ji ber kêmasiya belgeyan prosedurên fermî nekariya keça xwe rizgar bike.

Her wiha Kemal Çeto da zanîn ku keça wî ji girtîgeheke Rihayî birine girtîgeha navçeya Heranê.

Bavê Asyayê Kemal Çeto beşdarî bultena Rûdawê bû li ser keça xwe bersiva pirsên Nasir Elî da.

Kemal Çeto li ser êrişa DAIŞê ya Şingalê û dîlgirtina endamên malbata xwe got:

"DAIŞê keç, bûk, birazî û keçmamên min revandin.

DAIŞê du birayên min li ber çavên malbata me kuştin bi giştî 8 mêr ji malbata me kuştin.

Bûka me piştî 3 mehan ji destê DAIŞê reviya û vegeriya malê."

Çeto da zanîn ku keça wî bi malbatên DAIŞê re ji Sûriyeyê derbasî aliyê Tirkiyeyê bûye û ev 3 sal in ku wan zaniye keça wî li Rihayê ye.

Kemal Çeto ragihand, piştî ku ew pê dihise keça wî li Rihayê ye, ji Awistralyayê vedigere Herêma Kurdistanê û ji wir jî derbasî Rihayê dibe.

Çeto got, "Keça min Asya di zîndaneke Rihayê de bû niha ew birine zindana Heranê."

Li aliyê din, Çeto tekez kir ku ji bo rizgarkirina keça xwe wî serî li gelek cihan daye lê heta niha ti encam bi dest nexistiye.

Her wiha Çeto ji bo rizgarkirina keça xwe bangî rayedarên Herêma Kurdistanê kir û got,

"Min aliyên Îraqî derbarê keça xwe de agahdar kirine. Ez banga xwe digihînim Nêçîrvan Barzanî.

Bila Herêma Kurdistanê pirsa keça min çareser bike. Bila Hikûmeta Herêma Kurdistanê keça min rizgar bike."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst