Li Amedê qeza: 6 kes birîndar bûn

22-10-2023
RÛDAW
Nîşan Amed Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêlê ya Amedê du otomobîl li hev qelibîn û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Otomobîla E.K diajot û otomobîla bi plaqeya 34 HKR 822 ku hêj nasnameya ajovanê wê nayê zanîn, li devera gundê Şerbetinê li hev qelibîn.

Li ser agahdarkirina kesên derdorê, ekîbên tendirustî, îtfaiyeyê û cendirme çûn cihê bûyerê.

Di qezayê de 6 kesên di her du otomobîlan de birîndar bûn.

Birîndar bi ambûlansan rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst