MÊRDÎN – Hevjîna xwe bi kêrê birîndar kir, xwest xwe jî bikuje

22-08-2023
Nîşan Mêrdîn Qoser Jin Birîndarkirin Hewla Xwekuştinê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qoserê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê, zilamê ku hevjîna xwe bi kêrê birîndar kir, xwest xwe jî bikuje.

Li gorî agahiyan, li Qoserê zilamê bi navê V.B. (38) her du zarokên xwe xistin odeyê û derî bi ser van de asê kir.

V.B. piştre jî hevjîna xwe ya bi navê Ş.B. (34) bi kêrê birîndar kir.

Li ser îxbara cîranên wan ambulans, polîs û tîmên agirvemirandinê çûn cihê bûyerê.

Tîmên agirvemirandinê deriyê miftekirî yê xanî şikand û Ş.Bya birîndar teslîmî ekîbên tenduristiyê kir.

Polîsan deriyekî din ê asêkirî vekir û tesbît kir ku V.B gelek derman xwariye û xwestiye xwe jî bikuje.

Ekîbên tenduristiyê Ş.B û V.B rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Qoserê.

Ekîban zarok jî teslîmî Midûriya Bajêr a Xizmetên Malbat û Civakê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst